ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06 .11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06 .11.2018
6 mijdar, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Platforma danûstandinên Sûrî bi dirûşmeya "Salek piştî rizgarkirina Reqayê zehmetî û destkeftî" li Hola Tac a bajarê Reqayê tê lidarxistin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DEMEN).

-Akademiya Şehîd Herekol ya bîrdozî ya girêdayî akademiyên Civaka Demokratîk li Rojava dewreya perwerdeyê ya yekem li ser asta Bakurê Sûriyê a pêkhateyê Ereb bi dawî dike, saet 14:00. (BI WÊNE Û DEMEN).

-Meclisa Sûriya Demokratîk, bi mebesta birêxistinkirinê bi Meclisa Rûspiyên taxê Şêxmeqsûd a Helebê re dicive. Civîn li hola civînan ta beşê rojhilatê taxê tê lidarxistin, piştî civînê daxuayaniyek der barê kuştina Şêx Beşîr Feysel El-Hiwêdê tê dayîn, saet 15:00. (BI WÊNE Û DEMEN).

- Cihê tov û semadê yê li Serêkaniyê, li ser sînorê bakûrê Kurdistanê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk nikare ji sedê 80’ê erdê xwe bi karbîne. Dema karkerên li wir kardikin jî ji artêşa dagirker ve diyar dibin, fîşekan berdidin karkeran. (BI WÊNE Û DEMEN).

POLÎTÎKA

-Berdevkê MSD‘ê Emced Osman diyar kir ku projeyên meclisê yên danûstanan bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê hene û destnîşan kir ku hevdîtinên derve berjewendiyên derve pêk tînin û nakeve xizmeta gelê Sûriyê. (BI WÊNE Û DEMEN).

- Siyasetmendarê Sûrî Mihemed Hiwêdî diyar kir ku her welatparêzek Sûrî ku dagirkeriya Tirkiyê red bike dibe hedefa îstixbaratê Tirkiyê û got, Tirkiyê hewl dide herêmên ku ji çeteyan hatin rizgarkirina bikin qadên şer û navendên derxistina tevliheviyê di navbera gelên welatekî d. (BI WÊNE Û DEMEN).

- Nivîskar Weysî Sarisozen diyar kir ku dibe dewleta Tirk a dagirker çeteyên ku li İdlibê komkirî li hemberî Rojava bi kar bîne û wiha got: “Lê bê guman ev çete nikarin Şoreşa Rojava bitemisînin û nikarin bibin desthilatdarên vê herêmê.” (BI WÊNE Û DEMEN).

CÎHAN

- Buyerên îna borî ya xwepêşandanên vegerê û şikandina ambargoyê ku Filistîniyan li ser xeta sînorî ji heft mehan ve didin meşandin piştrast dike ku pêşketinek di danûstandinên agirbesta di navbera Xeza û Îsraîlê de pêk hatine. (BI WÊNE)

JIN

-Meclisa Jinên Sûriya ya Minbic û gundewarên wê bernameya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya  Li ser Jinê eşkere dike, saet 09:00. (BI WÊNE Û DEMEN).

-Di encama êrîşên faşîzmeya dewleta Tirk de di lingê xwe yê çepê de birîndar dibe û ji ber şaştiya bijîşkan rewşa xwe wê girantir dibe, lê tevî vê yekê berxwedana xwe didomîne û şênî bi taybet zarokan tedawî dike. (BI WÊNE Û DEMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Şopdarên Rojê pêşangeha wêneyên fotografî li navenda Çand Û Hunerê ya Mihemed Şêxo vedike. (BI WÊNE Û DEMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Jinûveavakirinê bi hevkariya tîma destwerdana lezgîn xebatên rakirina bermahiyan didomîne û rêyan sererast dike, her wiha piran sereast dikin. (BI WÊNE Û DEMEN).

-Şaredariya Gel a Tirbespiyê bi rasthatina zivistanî re xebatên xwe zêde kirine. Di vê çarçoveyê de komîteyeke awart e û du geracên erebeyan ava kirin. (BI WÊNE Û DEMEN).

-Şêniyên Efrînê yên li kampên Berxwedan û Serdemê bi kevirin hûr dirûşmeyên berxwedanê xêz dikin. (BI WÊNE Û DEMEN).

ANHA