Weysî Sarisozen: Nikarin bi êrîşan Efrînek nû avabikin

Nivîskar Weysî Sarisozen diyar kir ku dibe dewleta Tirk a dagirker çeteyên ku li İdlibê komkirî li hemberî Rojava bikarbîne û wiha got: “Lê bê guman ev çete nikarin Şoreşa Rojava bitemisînin û nikarin bibin desthilatdarên vê herêmê.”

Weysî Sarisozen: Nikarin bi êrîşan Efrînek nû avabikin
6 mijdar, 2018   06:54

MURADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna 27’ê cotmehê ku li Stembolê lutkeya çaran û 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê re êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakûr- Rojhilatê Suriye yê giran bûn. Rojnameger- Nivîskar Weysî Sarisozen diyar kir ku ev êrîş di encama binketina dewleta Tirk a li Kobanê û kîna tolhildanê de pêk tê.

Rojnameger- Nivîskar  Weysî Sarisozen êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûr-Rojhilatê Suriye yê nirxand û diyar kir ku di “Ajandaya Erdogan” de ji gelên Rojhilatê Suriye yê tolhildsan, astengkirina avakirina jiyanek nû û zirarên mezin dayîna wan heye.

‘Berdêla binketina Tirkiye yê: “Peynama teslîmyetê” ya hêzên navnetewî ye

Sarisozen da zanîn ku dewleta Tirk, bi taybet piştî bi dawîbûna şerê sar û welatên sosyalîstên berê ku ji bo sîstema kapîtalîst girtî, heman demê de hedefa hegonimiya herêmî ya îftfaqa bi van welatan re û derî li bazara kapîtalîst vekirinê re, di şerê Suriyê yê de binket û negihiştiye armanca xwe. Sarisozen destnîşan kir ku dewleta Tirk bazarên mezin ên di destên xwe de winda kiriye û wiha pêde çû: “Tirkiye ketiye krîzek mezin, di qada navnetewî de tecrîd bûye û niha jî neçare berdelê vê binketinê bi hevpeymana teslîmyetê dide.”

Sarisozen anî ziman ku hedefa Qesrê ew e ku “bi zirarek herî kêm” teslîm bûn, “parastina desthilatdariya xwe” û “ zirarên mezin dayîna” gelê Kurd e û wiha axivî: “Ji derveyî van tû perspektîfên dewleta Tirk ên dûr û nêz nemane.”

‘Rejîma Erdogan hevpeyman bi DAIŞ’ê re çêkir û bi DAIŞ’ê re rastî felaketê hat’

Sarisozen destnîşan kir ku dewleta Tirk, Şoreşa Rojava wek berpirsyarê vê felaketê dibîne û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Rejîma Erodogan, ji bo bigehe armancên hegenomiya Rojhilata Navîn, bi DAIŞ’a ku nîviya Suriye û Iraqê dagirkirî re hevpeyman çêkir. DAIŞ bi Şoreşa Rojava û serkeftina Reqqayê re di İdlibê de asê ma û tasfiye bû. Rejîma Qesrê bi vî awayî di Şerê Sêyemîn ê Cîhanî ku di Suriye yê de hatiye tengkirin de bi DAIŞ’ê re rastî felaketê hat.”

Sarisozen, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên di 1’ê Mijdarê  Roja Kobanê de yên li ser Koban û gundên bajarên din wiha nirxand: “Êrîşên li ser Kobanê, encama binketina Tirkiye yê ya li Kobanê û kîna tolhildanê ye.”

‘Avakirina Efrînek nû ne gengaze’

Sarisozen diyar kir ku eger DYE, di beranberî dijberiya Rusya û Suriye yê ya li hemberî Îranê de li Kurdan xiyanetê neke, Tirkiye ne gengaze dagirkirinek din wek ya Efrînê pêkbîne.

‘Çete nikarin Şoreşa Rojava bitemisînin’ ,

Sarisozen destnîşan kir ku dibe ku dewleta Tirk çeteyên ku li Idlibê komkirî, li dijî Rojava bike tevgerê de û wiha got: “Bê guman ev çete nikarin Şoreşa Rojava bitemisînin û vê herêma federal bikin bi desthilatdariya xwe. Lê dibe ku zirarên ku neyên texmînkirin bide Rojava û bajarên Rojava bîne rewşek ku lê jiyan neyê kirin. Dibe ku windahiyên mezin ên madî û mirovî bên jiyankirin. Armancên di  ‘ajandaya Erdogan’ de jî evin. Astengkirina jiyanek nû ya gelên Rojhilatê Suriye yê û zirarek mezin dayîna Rojava.”

“Diplomaya veşartî” û “bazarkirinên” dewletan

Sarisozen bêdengiya hêzên navnetewî û Kualisyonê wiha nirxand: “Di rojên germbûna şer de diplomasiyên dewetan bi dengbû. Aliyan di her avêtina gavek nû de dengên xwe li hemberî hev bilind dikirin. Niha li Suriye yê agirê şerê li dijî DAIŞ’ê de temirî. Bi vê re jî dîplomasî ‘bêdeng’ bû. Niha jî ev dewlet bi ‘diplomasiyên veşartî’ bi hev re bazaran dikin.”

Sarisozen bal kişand ser van bazaran û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ev bazar bi nediyariyan tijiye. Ev nediyarî ji bo Tevbera Azadiya Kurdistanê xeteriyên mezin digre nava xwe. Texmînkirina kî dê  ji bo berjewendiyên dewletên navnetewî bê ji çarderxistin zehmete.”

Sarisozen wiha bersiva pirsa dê di vê rewşê de çi bê kirin da: “Tişta ku li hemberî van dîplomasiyên veşartî bê kirin, qedera xwe bi van bazaran ve negirêdan, mezinkirina hêza xwe bi xwe û gelê Rojava li derdora ideolojiya Ocalan bûyîna yek û li dijî emperyalîzmê derketine. Li herderê cîhanê bi taybet Ewrupa  bi komî li dijî van kiryaran derketin. Bi vî şêweyî serketina vê tekoşînê gengaze.”

‘Ev êrîşana li dijî Suriye ya ku endamê NY ye’

Sarisozen da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojava heman demê de li ser dewleta Suriye yê ya endamê NY’ê ye û wiha axivî: “Rojava parçeyek ya dewleta Suriye yê ye. PYD ne ku parçebûna Suriye yê, programa Suriyeyek wekhev û demokrat diparêze. Ji ber wê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, heman demê de li ser dewleta Suriyeyê ya endamê NY’ê ye. Ev êşrîş bi çi hincetê bên kirin jî binpêkirina hiquqa navnetewî û qanûnên NY’ê ye. Heman demê de tê wateya sûcên şer kirine.”

Sarisozen, dewleta Tirk êrîşên xwe yên bi qilifê “Em mafê parastina xwe ya meşrû bi kartînin” meşrû dike  nirxand û wiha axivî: “Rêveberiya Rojhilatê Suriye yê û PYD’ê, di destpêka Şoreşa Rojava heya niha têkiliyên cîranî yên baş û berjewendiyên herdû aliyan parastiye. Heta niha ji aliyê Rojava ve tu êrîş, yek fîşek û nêzîkatiyek dijminî nehatiye kirin.”

‘Hîn jî deynê Cîhanê yê ku nedaye Rojava heye’

Sarisozen destnîşan kir ku Kurdên Rojava heta niha ji derveyî xwastina li ser axa xwe azad jiyankirinê tu dijminî bi dewletan re nekiriye û wiha pêde çû: “Dijminî li aliyekî heta niha hêzên YPG-YPJ û QSD’ê di ber nirxên mirovahiyê de bi hezaran zarokên xwe winda kirine. Paytextên Ewrupa bi dayîna canê xwe ji hovitiya DAIŞ’ê parastine. Deynê Rojava li kesekî tine, li aliyê din deynê hemû Cîhanê yê ku hîn nedaye Rojava heye.” 

Nivîskar Veysî Sarisozen diyar kir ku ev hemû Şoreşa Rojava li hemû Cîhanê meşrû dike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê li hemû cihên Cîhanê ev meşuryet ji hemû gelan re bê gotin. Zêdetirî vê divê Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rojava ji destketiyên ku bi hêza xwe qezençkirî û ji hêza xwe bi bawer be. Divê bi taybet jî yekgirtina netewî avabikin û milyonan li derdora armanca xwe ya azadî, wekhevî, demokrasî û aramiyê kombike.”

ANHA