Karker di bin êrîşên dewleta dagirker de dixebitin

Cihê tov û semadê yê li Serêkaniyê, li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk nikare ji sedê 80’ê erdê xwe bi karbîne. Dema karkerên li wir kardikin jî ji artêşa dagirker ve diyar dibin, fîşekan berdidin karkeran.

Karker di bin êrîşên dewleta dagirker de dixebitin
Karker di bin êrîşên dewleta dagirker de dixebitin
Karker di bin êrîşên dewleta dagirker de dixebitin
Karker di bin êrîşên dewleta dagirker de dixebitin
Karker di bin êrîşên dewleta dagirker de dixebitin
Karker di bin êrîşên dewleta dagirker de dixebitin
6 mijdar, 2018   05:20

BÊRÎTAN MEDUSA- SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Cihê komkirina tov, semad û genim ê Serêkaniyê li taxa Mihetê li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê cih digre. Rûpîvana erdê wê nêzî 50 donim e. Ji beriya Şoreşa Rojava jî cihê tov, gemin û semadê bûye.

Piştî 2013’an ku Serêkaniyê hat rizgarkirin,  Rêveberiya Xwser jî lê heman kar kir. Li erdê wê nêzî 9 darên şîn, sê embarên mezin ên genim, tov û semadê, 14 depo cih digirin. Niha Kompaniya Pêşxistina Çandiniya Civakî û Rêvberiya cihê tov bi hevre kar û xebatan didin meşandin.

Li wir rojane 70 kes kar dikin. Ji vana 50 kes karker in û 20 jî rêveberî û nobedar in. Her roj saet 08.00’an kar dest pê dike û hetanî 15.00’ê kar berdewam e.

Piştî DAIŞ bêhêz bû, dewleta Tirk êrîş kirin

Ji sala 2013’an heta bêhêzbûna DAIŞ’ê li Bakûrê Sûriye yê, karkeran bi rihetî kar û xebatên xwe dikirin. Piştî ku hevkarên dewleta Tirk a dagirker ber bi tinebûnê ve çûn, dewleta dagirker li her bajarek an jî gundên ser sînorê Bakurê Kurdistanê êrîşî Rojava kirin. Yek ji van herêman jî Serêkaniyê ye. Dewleta dagirker wek her cihî, cihê semad û tov jî dike hedefa xwe .

Ji sedê 80’ê erdê xwe naxebitînin

Niha ji ber dagirkeriyê û tacîzên wan 80 donim erdê cihê semad û tov nayê bi karanîn, enterek jî ji ber êrîşan nayê bi karanîn.  Di heman demê de 900 darên ku di nava erdê de jî bê av dimînin û ber bi hişkbûnê ve diçin hene. Dema ku artêşa dewleta dagirker dibîne kesek tevdigere fîşekan diavêje. Karker nikarin derbazî cihên ku bi artêşa dagirker ve diyar bibin û kar bikin.

Wek nûçegihanên Ajansa HAWAR’ê, ji ber rewşa niha ya aloz ku dewleta dagirker êrîşî herderî dike nekarî derbazî cihên qedexe bibin, me tenê karî cihên xebat lê heyî bikişînin.

Rêveberiya cihê tov û semadê Sozdar Biro li ser kar û xebatên xwe agahî dan me. Sozdar diyar kir ku karê wan ewe ku ji aliyê tov û semadê de alîkariya cotkaran bikin û wiha got: “Em tov li vir derman dikin û dixin kîsan. Em tov amededikin di dema ku demsal wê hat de bidin cotkaran. Di heman demê de em semada germ û sar li cotkaran belav dikin.”

Dewleta Tirk êrîşî çavkaniya rizqê gel dike

Sozdar bal kişand ser êrîşên dewleta dagirker û wiha axivî: “Berê me erd hemû bi kar dianî. Em nikarin derbazî aliyê dikeve ber sînor bibin. Dema karker derbas dibin guleyan diavêjin. Em jî ji ber parastinê naçin aliyê sînor. Me ji ber ewlehiyê deriyê xwe girt û deriyek nû li aliyê din vekir.”Sozdar got ku  ev der cihê nanê karkeran e û wiha axivî: “Pêwîstiya gel bi vî karî heye. Dema êrîş dikin, karker dûr dikevin, lê neçarin karbikin. Ji bo xwedîkirina zarokên xwe.”Sozdar destnîşan kir ku armanca van êrîşan dagirkirin welatê wan e û ew vê dagirkeriyê şermezar dikin.

 ‘Welat welatê me ye, kar karê me ye’

Karker Birahîm Xanim El- Îsa jî anî ziman ku karê wan pir başe, ew bi vî karî debara jiyana xwe û zarokên xwe dikin û wiha got: “Pirsgirêk di karê me de tine. Em bi rêveberî û karkerên din re bi awayek wekhev kardikin.”Birahîm bertek nîşanî dagirkeriya Tirk da û wiha got: “Em nikarin ji ber wan bi rihetî kar bikin. Ew kî dibînin guleyan diavêjinê. Lê em neçarin bixebitin. Welat welatê me ye, kar karê me ye. Ew çi bikin jî emê karê xwe berdewam bikin.”

ANHA