YCR`ê li Lubnanê êrîşên dagirkeriya tirkiyê şermezar kir

Li Lubnanê Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) bi daxuyaniyekê banga bilindkirina asta têkoşînê li dijî dagirkeriya tirkiyê kirin û bêdengiya navdewletî der barê kiyar û hovîtiya dewleta tirk a dagirker  û hedefgirtina sivîlan şermezar kirin.

YCR`ê li Lubnanê êrîşên dagirkeriya tirkiyê şermezar kir
4 mijdar, 2018   13:18

BEYRÛT

Li Lubnanê YCR`ê bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa tirk a dagirker li ser xaka Bakurê Sûriyê şermezar kirin û banga bilindkirina asta têkoşînê li dijî dagirkirina kirin.

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên YCR`ê Elî Qamişlo ve hate xwendin.

Bi dehan ciwan tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku beriya 4 salan li bajarê Kobanê berxwedaniyên bê hempa hatin kirin mînaka wê jî çalakiya şehîd Arîm Mîrkan a ku ji hemû cîhanê re îrade û berxwedaniya jinê li dijî terorê îsbat kir.
YCR`ê li Lubnanê êrîşên artêşa tirk a dagirker li ser herêmên Kobanê û Girê Spî, bê dengiya navdewletî der barê kiyar û hovîtiya tirkiyê, koçberkirina gelê herêmê û hedefgirtina sivîlan şermezar kirin her wiha bang li hemû azadîxwazan kirin ku li dijî dewleta tirk a dagirker bisekinin û bi doza gelê xwe têkoşînê bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên şermezarkirina Erdoganê kujer bidawî bû.

(bx)

ANHA