Li Kerkûkê 25 çete hatin kuştin

Li bakûr rojavayê bajarê Kerkûkê di encama êrîşên koalîsyonê de 25 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Li Kerkûkê 25 çete hatin kuştin
4 mijdar, 2018   13:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Operasyonên  Taybet ên Kerkûkê Maen Seedî destnîşan kir ku li bakûr rojavayê Kerkûkê di encama du êrîşên koalisyona navnetewî de 25 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û du bargehên wan hatin rûxandin.

Li gorî heman daxuyaniyê,  hefteya borî li nêzî  bajarokê Dubizê ya ser bi Kerkûkê di encama êrîşek ya hêzên koalîsyonê de baregehek ya çeteyan hatiye armanc girtin û di êrîşê de 6 çete hatine kuştin.

Tê gotin ku di encama êrîşekî din a hewayî de tunelek ya çeteyan a ku dirêjiya wê 500 metre hatiye rûxandin û di encamê de 19 çete hatine kuştin.

 Fermandarê Operasyonên  Taybet ên Kerkûkê Maen Seedî diyar kir ku di nava van herdu bargehên çeteyan ên hatin rûxandin de, çend emîrên çeteyên DAIŞ'ê yên ku plana êrîşan dikirin hebûn.