HPG'ê li Geverê çalakî pêk anîn

HPG'ê diyar kir, hêzên gerîla roja 3'ê Mijdarê li Geverê li dijî leşkerên Tirk çalakiyek kirine û di encamê de derbên giran li leşkeran xistin.

HPG'ê li Geverê çalakî pêk anîn
4 mijdar, 2018   12:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

Li Geverê çalakiya gerîla

"Hêzên me roja 3'ê Mijdarê saet 9'an li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên yekîneyên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.

Êrîşa bi balafirên şer

Êvara 30'ê Cotmehê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li herêma Karoxê ya Qendîlê barandin. Di vê bomberdûmana li Herêmên Parastinê yên Medyayê de tiştek bi hêzên me nehatiye."