'Bêdengiya navneteweyî kuştina zarokê me rewa dike'

Bi hezaran welatiyên kantona Girê Spî îro li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser kantonên Kobanê û Girê Spî xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan veguherî çalakiyekê û tê de rayedaran êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.

'Bêdengiya navneteweyî kuştina zarokê me rewa dike'
'Bêdengiya navneteweyî kuştina zarokê me rewa dike'
'Bêdengiya navneteweyî kuştina zarokê me rewa dike'
'Bêdengiya navneteweyî kuştina zarokê me rewa dike'
'Bêdengiya navneteweyî kuştina zarokê me rewa dike'
'Bêdengiya navneteweyî kuştina zarokê me rewa dike'
'Bêdengiya navneteweyî kuştina zarokê me rewa dike'
'Bêdengiya navneteweyî kuştina zarokê me rewa dike'
'Bêdengiya navneteweyî kuştina zarokê me rewa dike'
4 mijdar, 2018   11:43

GIRÊ SPÎ

Di çarçoveya helwestên li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê de, îro bi hezaran welatiyên Girê Spî xwepêşandanek li dar xist. Di xwepêşandanê de rayedar û rûspiyên eşîrên herêmê û nûnerên meclis û saziyên sivîl beşdar bûn.

Xwepêşanderan wêneyên şehîd Sara Mistefa û pankartên bi nivîsên wekî "Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na", "Em zarokên paşerojê ne, bihêlin em bi aştî mezin bibin û me nekujin" û "Bêdengiya navneteweyî kuştina zarokê me rewa dike" hildan.

Li ser navê eşîrên Ereb Şêx Mihemed El-Mehyûf, li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etî, li ser navê Rêveberiya Xweser a Girê Spî Xelîl Ebdilkerîm û li ser navê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Hamid El-Ferec axivîn.

Axaftvanan êrîşên artêşa Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê û hedefgirtina welatiyên sivîl û zarokan û rojnamevanan bi tundî şermezar kirin. Her wiha bang li welatiyên herêmê kirin ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê hevgirtina xwe xurt bikin.

Di çalakiyê de şêxên eşîran û Yekitiya Rewşenbîran daxuyaniyên cuda xwendin û tê de bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdana xwe bikin û rê li pêşiya destdirêjî û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker bigirin.

Çalakî bi dirûşmeyên li dijî dagirkeriyê û dilsoziya bi şehîdan û berxwedanê re bi dawî bû.

Di dawiya xwepêşandan û çalakiyê de xwepêşandêran berê xwe da konê sersaxiyê yê ji bo zarok Sara Mistefa ya 6 salî hatiye vegirtin û sersaxî ji malbata wê û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê re xwest.

ANHA