Nûçegihana me Gulîstan Mihemed bang li civaka navdewletî kir

Nûçegihana ajansa me ANHA`yê Gulîstan Mihemed ku dema kiryarên artêşa Tirk a dagirker li ser gundewarên Girê Spî dişopand birîndar bû, bang li civaka navdewletî kir ku terora li dijî rojnamevan û zarokan bisekinînin.

Nûçegihana me Gulîstan Mihemed bang li civaka navdewletî kir
Nûçegihana me Gulîstan Mihemed bang li civaka navdewletî kir
4 mijdar, 2018   11:40

MINBIC

Nûçegihana me Gulîstan Mihemed bi rêya ajansa me ANHA`yê nameyek ji civaka navdewletî re şand ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê û hedefgirtina rojnamevan, sivîl û zarokan bisekinînin. Gulîstan peyameke kurt da, ji ber ku rewşa wê ya tenduristiyê nahêle zêde biaxive.

Di vê çarçoveyê de bijîşk Şahir Yûnis ku rewşa tenduristiya Gulîstanê dişopîne, ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku Gulîstan di encama guleyeke artêşa Tirk a dagirker de ji rûyê xwe birîndar bûye.

Bijîşk Şahir Yûnis teqez kir ku birîna Gulîstanê pir xedar e, dema ku gihaşt nexweşxaneyê xwîn zêde jê çêbû û ji ber birîna wê rewşa wê pir xirab bû. Yûnis destnîşan kir ku wan pêwîstiyên tenduristiyê ji Gulîstanê re pêşkêş kirin, her wiha emeliyat ji rûyê wê re hate çêkirin û hemû parçeyên di rûyê wê de derxistin.

Yûnis diyar kir ku niha Gulîstan di çavdêriya awarte de ye û rewşa xetereyê derbas kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku nûçegihana me Gulîstan heta niha di beşa çavdêriya awarte de ye û li gorî bijîşkan dibe ku îro ji beşa çavdêriyê were derxistin.

(bx)

ANHA