"Îran dê şerê psîkolojîk ê Amerîkayê û cezayên wê bi bin bixe!"

Fermandarê Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê tugay Mihemed Elî Caferî got dê Îran li ber xwe bide û “şerê psîkolojîk” ku Amerîkayê ser wan dimeşîne û cezayan bi bin bixe.

"Îran dê şerê psîkolojîk ê Amerîkayê û cezayên wê bi bin bixe!"
4 mijdar, 2018   11:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê fermandarê Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê tugay Mihemed Elî Caferî ku roja yekşemê axivî, diyar kir ku dê Îran li ber xwe bide û dê şerê psîkolojîk ku Amerîka dimeşîne û cezayên wê bi bin bixe.

Di salvegera binpêkirina Balyozxaneya Amerîkayê li Tehranê di sala 1979`an de Ceferî wiha got: "Amerîka şerekî aborî û psîklojîk pêk anî, lê dê ev komployên Amerîkayê bi berxwedanê bi bin bikevin."

Piştî ku Amerîka ji hevpeymana navneteweyî derket ku di sala 2015`an bi Îranê re hate îmzekirin, Washingtonê ragihand ku dê di 5`ê Mijdarê de cara duyemîn cezayan li ser Îranê ferz bikin, piştî ku cara yekemîn di Adara 2017`an de ceza ferz kiribûn.

(jo)