Rêxistinên Sûrî: Li hemberî binpêkiriyên Tirkiyê pêwîste biryareke navdewletî were derxistin

Zêdeyî sed rêxistin û desteyên hiqûqî û sivîl ên Sûriyê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin û bang kirin ku pêwîste biryareke navdewletî were derxistin da ku binpêkirinên dewleta Tirk ên li Sûriyê bide sekinandin.

Rêxistinên Sûrî: Li hemberî binpêkiriyên Tirkiyê pêwîste biryareke navdewletî were derxistin
3 mijdar, 2018   17:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a Federaliya Sûriyê ya Mafê Mirovan têkildarî binêpêkirinên dewleta Tirk ên ji 28‘ê Cotmehê ve li dijî Sûriyê daxuyaniyek da. Zêdeyî sed deste û rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyê daxuyanî îmze kirin.

Di daxuyaniyê de bîlancoya êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên ji 28‘ê Cotemhê ve li ser xaka Sûriyê hate eşkerekirin û wekî "sûcên li dijî mirovahiyê" hate bin navkirin. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku pêwîste kesên li pey van binpêkirinan werin darizandin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî hate kirin ku li hemberî van sûc û binpêkirinan bi berpirsyartî tev bigere.

Di daxuyaniyê de hate gotin: " Wekî rêxistin û desteyên hiqûqî û sivîl ên Sûriyê bi fikarî agahiyên binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî xaka Sûriyê û gelê yê wî aştîxwaz dibhîzin û kiryaran bi tundî şermezar dikin. Ji 28‘ê Cotmeha 2018‘an artêtşa Tirk a dagirker bi tank û topan êrîşî gund, bajar û taxên Bakurê Sûriyê dikin, zarok, jin û sivîlan dikin hedef. Êrîşên têne kirin de demekê de ku asta şer li qada Sûriyê kêm dibe, pêk tê. Nemaza ku rêxixistina terorîst a DAIŞ‘ê di bargeha dawî de li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ber bi dawîbûnê ve diçe. Di heman demê de êrîşên Tirkiyê yên li dijî Kobanê û Girê Spî di roja Cîhanî ya Kobanî hate kirin. Êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên rojhilatê Firatê hemû pêkhateyên herêmê, Asur, Tirkmen, Suryan, Ereb û Kurd dike hedef. Lê mixabin rexmî ku Tirkiyê hemû pîvan û qanûnên navdewletî binpê dike, bêdengiyeke ji aliyê civaka navdewletî ve heye."

Di daxuyaniyê de her wiha hate bi bîrxistin ku di encama êrêşên artêşa Tirk a dagirker ku çekên giran û top bi kar anîn gelek sivîl bûne qurbanî her wiha ziyanên mezin gihiştin mal û milkên sivîlan.

Rêxistin û desteyan bang li civaka navdewletî û Konseya Mafê Mirovan a Navdewletî kirin ku ji binpêkirinên artêşa Tirk erka xwe ya dîrokî bi cih bînin û sûcdarên wî darizînin, her wiha banga kirin ku pêwîste biryareke navdewletî were derxistin ku binpêkirinên dewleta Tirk ên li Sûriyê bide.

Ji rêxistinên ku daxuyanî dane:

Federaliya Sûriyê ya Rêxistin û Desteyên Mafên Mirovan ( ji 91 rêxistin, navend û desteyên Sûrî pêk tê), Komîteya Parastina Azadî, Demokratîk, Hiqûqa Mafê Mirovan a Sûriyê, Rêxistina Mafê Mirovan a Kurd li Sûriyê, Rêxistina Niştimanî ya Mafê Mirovan a Sûriyê, Lijneya Kurdî ya Mafê Mirovan a Sûriyê, Rêxistina Erebî ya Mafê Mirovan a Sûriyê, Komeleya Rojnamevanên Sûrî, Saziya Mafê Bî û Sêwiyan a Sûriyê.

ANHA