Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên Erebî

Mosko gumana dijwarbûna li Idlibê piştî ku rayedarên rêjîm gef li Tirkiyeyê xwarin ku nikarbû xalên hevpeymanê pêk bîne sînordar kir. Erdogan jî gefa êrîşan li dijî herêmên rojhilatê Firatê dixwe. Serokê hikûmeta Iraqê li hemberî dijberiyên mezin rû bi rû dimîne. Li Lubnanê jî çalakiya sîyasî careke din hate astengkirin.

Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên Erebî
4 mijdar, 2018   05:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di vê hefteyê de behsa rewşa Idlibê, gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên rojhilatê Firatê, xebatên siyasî li Lubnan û Iraq, her wiha aloziya Yemen û Filistînê kirin.

Şerq El-Ewsat: Dewriyeyên Amerîka û Tirkiyeyê li Minbicê da ku hêrsbûna li rojhilatê Firatê kêm bikin

Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku Tirkiye û Amerîka dest bi meşandina dewriyeyên xwe li Minbicê kirin û Hêzên Sûriya Demokratîk jî ku alîkariya xwe ji Washingtonê werdigire û tabûrên opozîsyona Sûriyeyê ku alîkariya xwe ji Enqereyê werdigirin, beşdar dibin. Armanc ji van meşandina dewriyetan jî ew e ku hêrsbûna di navbera artêşa Tirk û şervanên Kurd de kêm bike.

El-Heyat: Nîşana şerê di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de û QSD'ê êrîşa li dijî DAIŞ'ê radiwestîne

Rojnameya El-Heyat diyar kir ku li rex hişyariyên Rûsya ya têkçûna agirbesta li Idlibê û nîşanên ku Tirkiye nikare bendên hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê pêk bîne. Nîşan dide ku rewşa li Bakurrojhilatê Sûriyeyê dê rastî şerekî vekirî di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de pêk were û rawestandina çalakiyên li dijî DAIŞ'ê. Li rex vê yekê Netewên Yekbûyî eşkere kir ku şandeyeke nû yê taybet ji bo aloziya Sûriyeyê erkdaririye.

El-Heyat: Enqere alîkariyeke leşkerî ji devera bêçek a Idlibê re dişîne

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan behsa rewşa dawî li Idlibê kirin. Rojnameya El-Heyat diyar kir ku piştî lûtkeya Stenbolê ku di encamnameya wê de piştgiriya hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê der barê Idlibê de hate kirin, binpêkirinên agirbestê ji aliyê hêzên rêjîm û tabûrên çekdar ve li devera bêçek berdewam dibin û duh jî alîkariyeke leşkerî ya Tirkiyeyê ji deverê re hate şandin.

Hate ragihandin ku tabûreke leşkerî ya Tirkiyeyê ku ji 20 alavên leşkerî pêk dihat duh di dergeha Keferlosîn re ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bû û ber bi xala çavdêriyê ya Tirkiyeyê li bajaroka Mork a gundewarê bakurê Hemayê ve çû.

Şerq El-Ewsat: Kirêmlên hêrsa Şamê ya ber bi dijwarbûna li Idlibê dişkîne

Rojnameyên erebî girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê behsa rewşa Idlibê kirin. Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku Kirêmlên hêrsa rêjîmê ya gumana destêkirina çalakiyeke leşkerî li Idlibê dişkîne, piştî ku rayedarên hikûmeta Sûriyeyê behsa têkçûna Tirkiyeyê di pêkanîna xalên hevpeymanê de kirin ku nikare çekên giran ji devera bê-çek vekişîne. Berdevkê serokatiya Rûsya Dîmetrî Pîskov diyar kir ku Tirkiye kedeke mezin dide meşandin da ku erkdariyên xwe pêk bîne.

El-Ereb: Tirkiye bi êrîşa li dijî Kobanê baldariya Kurdan li dijî DAIŞ'ê belav dike

Rojnameya El-Ereb behsa êrîşa Tiriyeyê li dijî Kobanê kir ku di heman dema êrîşên dijber ên çeteyên DAIŞ'ê li gundewarê Dêrazorê de pêk hat û wiha got: "Artêşa Tirk baregehên YPG'ê ku alîkariya xwe ji Amerîka werdigire li derodra Kobanê li rojhilatê çemê Firatê topbaran kirin.

Topbarana Tirkiyeyê di heman dema mijûlbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku bi pêşengitiya YPG'ê ve tê birêvebirin di şerekî dijwar li dijî DAIŞ'ê de pêk hat.

Pisporên leşkerî diyar kirin ku ev êrîşa Tirkiyeyê di heman dema vegerandina DAIŞ'ê ji hin deverên Dêrazorê re gelek pirsan derdixîne holê.

Pispor dibêjin ku du ihtîmalên vê yekê hene: yek ew e ku Tirkiye dixwaze ji mijûlbûna QSD'ê sûd werbigire û ihtîmala duyemîn jî ew e ku êrîşa DAIŞ'ê bi kordîneya bi Tirkiyeyê re pêk hatiye. Nemaze Enqere her tim bi alîkariya DAIŞ'ê tê tewanbarkirin ku hemû çeteyên DAIŞ'ê ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûne.

Pisporan dane zanîn ku Tirkiye baş dizane ku nikare çalakiyên weke "Mertala Firatê" û "Şaxê Zeytûnê" dubare bike û dibîne ku hevkariya bi DAIŞ'ê re dikeve berjewendiya wê ev mijar jî ne dûr e ji ber ku eşkere hevkariyê bi Cebhet El-Nusra re li parêzgeha Idlib û gundewarê Helebê dike.

Şerq El-Ewsat: Tirkiye ji bo hebûna xwe li bakurê Sûriyeyê mayînde bike tevdigere

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa raporeke AFP kir ku behsa siyaseta tirkkirinê li herêmên ku li Sûriyeyê dagir kirine û diyar kir ku ji pirtûkên dibistanan heta bi textenavên li ser riyan û heta şîrketên keherebe, postexane û alûgor Tirkiye bi zimanê xwe û saziyên xwe serweriya bajarê Ezazê ku di bin dagirkeriya wê û tabûrên ku alîkariya xwe ji Enqere werdigirin.

Di destpêka sala xwendinê ya niha de, Meclîsa Hundirîn a Ezazê biryar girt ku waneyên zimanê Tirkî li meteryala dibistanan were zêdekirin û 18 hezar şagirtên Ezaz û gundewarê wê bi Tirkî bêne perwerdekirin.

Serokê Meclîsa Hundirîn a Ezazê Mihemed Hemdan Kino diyar kir ku di meteryalên berê de herdu zimanên Ingilîzî û Fransî hebûn lê îsal û di encama nêzîkbûna bi birayên Tirk re û piştî civîneke mamoste û rêveberan biryara hate girtin ku madeya zimanê fransî bi zimanê Tirkî were guhertin û wiha domand: "Tirkiye dewleteke sponseriya herêmê dike. Bê guman zimanê tirkî paşerojeke baştir ji zarokê Sûriyeyê re tîne."

Mamosteyê zanîngehê û lêkolînerê karûbarên Tirkiyeyê di zanîngeha Dîsayliz Ehmed Yayla dibîne ku Tirkiye hewl dide hebûna xwe di Sûriyeyê de mayînde bike û wiha dibêje: "Tirkiye gelek saziyan li van bajaran birêve dibe. Evan herêm fermî nabin beşekî ji Tirkiyeyê, lê Tirkiye dê serweriya li ser erdê bike."

Iraq

Girêdayî mijarên Iraq û çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta nû rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Partiyên Iraqê şerê xwe yê wergirtina wezaretan nû dikin".

Rojnameya El-Heyat jî behsa xebatên parastina ewlehiyê li nêzî deverên sînorî di navbera Iraq û Sûriyeyê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Adil Ebid El-Muhdî parastina ewlehiya sînor beriya şerê Amerîka û Îranê ye".

Rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa leşkerî û vegera DAIŞ'ê li Îraq kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Vegera DAIŞ'ê rola siyasî û leşkerî ya milîsên Şîayî li Îraqê nû dike".

Li ser heman mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa parvekirina budçeya sala 2019'an kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Budçeya Iraqê ya sala 2019'an aloziyeke siyasî derdixîne." El-Heyat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Kurd û Sunnî bi para xwe ya budceyê ne razî ne".

Rojnameya El-Heyat jî behsa çalakiya siyasî ya avakirina hikumeta Iraqê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Berhem Salih alîkariya Adil Ebid El-Muhdî dike da ku avakirina hikumetê temam bike."

Lubnan

Der barê çalakiya siyasî ya ji bo avakirina hikûmeta Lubnanê de rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku astengiyên nû li pêşiya avakirina hikûmeta Lubnanê derdikevin û manşêteke xwe wiha binav kir: "Der barê avakirina hikûmetê Ewn û Herîrî hevdîtineke şêwrê lidar xisti

Filistîn

Der barê mijarên Filistînê de jî rojnameya Şerq El-Ewsat behsa hevdîtina di navbera Mehmûd Ebas û Wezîrê Karên Derve yê Umanê Yûsif Bin Elewî kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ebas ber bi danûstandinên ku Amerîka Qudsa rojhilat weke paytexta dewleta Filistînê nas bike ve diçe."

Yemen

Der barê xebatên peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziya Yemenê re rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Pilaneke Amerîka ji bo bidawîkirina aloziya Yemenê û girêdayî destpêkirina danûstandinan e".

Îran

Der barê mijarên Îranê de jî rojnameya El-Heyat behsa cezayên Amerîkayê li ser Îranê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Washington Tehranê ji "Swêft" dûr dixîne û cezayên wê 700 kes û statûyan digire nava xwe."

Tirkiye

Girêdayî mijarên Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb behsa şahiya li balefirgeha Stenbolê ku Erdogan û gelek rayedarên Tirkiyeyê beşdar bibûn kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "vekirina balefirgeha Stenbolê ya mezin  naveroka aloziyên Tirkiyeyê bi bîr tîne."