60 ciwanên Tirbespiyê perwerdeyê hemşîretiyê dîtin

60 ciwanên navçeya Tirbespiyê piştî perwerdeya hemşîretiyê dîtin bawername wergirtin.

60 ciwanên Tirbespiyê perwerdeyê hemşîretiyê dîtin
3 mijdar, 2018   16:36

QAMIŞLO

Komîteya Tenduristiyê ya Navçeya Tirbespiyê bi hevkariya Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Qamişlo bi tevlêbûna 60 ciwanên navçeyê  dewreyeke perwerdeyê ya hemşîretiyê vekiribû.

Dewreya perwereyê mehekê berdewam kir. Di dewreyê waneyên teorîk û paratîk li ser destwerdana lezgîn mîna derzî, germahî, şewat, birîn û xeniqadnin bûn.

Dewreya perwerdeyê îro bi şahiyekê bi dawî bû. Di şahiyê de bawernameyên hemşîretiyê li beşdarên perwerdeyê hatin belavkirin.

Hevserokê Meclisa Tenduristiyê Ebas Ebas di şahiyê de axivî û tekez kir ku dewre serkeftî derbas bû û meclisê û komîteya tenduristiyê li ser keda ku dane spas kir.

Piştre semînereke li ser nexweşiya pencerşêrê ya pêsîran ji aliyê bijîjka jinan Hind Osman ve hate dayîn.

Di semînerê de çawaniya keşfkirina zû ya nexweşiyê û xweparastina ji vê nexweşiyê hate destnîşankirin.

(şx)

ANHA