Alîkariyên mirovî derbasî kampa El-Rukban bû

Îro, konvoyek alîkariyên mirovî ji Neteweyên Yekbûyî derbasî Kampa El-Rukban a li ser sînorên Urdinê bû.

Alîkariyên mirovî derbasî kampa El-Rukban bû
3 mijdar, 2018   16:06

NAVENDA NÛÇAYAN

Endamek ji Meclisa Herêmî yê Kampa El-Rukban a penaberên Sûriyê, diyar kir ku konvoyeke  alîkariyê mirovî ji Neteweyên Yekbûyî îro gihaştin Kampa El-Rukban a li ser sînorên Urdinê.

Rêveberê kampê Ebû Abdullah got ku yekemîn konvoya alîkariyên mirovî ji Neteweyên Yekbûyî derbasî kampê bûye.

Her wiha NY'î beriya vê roja Şemî weke roja gihandina alîkariyên mirovî ji Kampa El-Rukban diyar kiribû.

Fermendariya Navendî ya Leşkerî ya Amerîkayê Rûsya bi redkirina şandina alîkariyên mirovî yên navdewletî ji Kampa El-Rukban re tewanbar kiribû. Her wiha nûnerê Fermendariya Navendî ya Amerîkayê Ben Orban bi daxuyaniyekê de diyar kiribû ku Rûsya piştgiriya gihandina alîkariyên mirovî ji Kampa El-Rukban re red kiribû. Ev jî ruxmî gelek dabînên ewlehî ku Amerîkayê pêşkeş kiribûn.

(şx)

ANHA