Di Mihrîcana Dengvedana Efrînê de çalakiyên cûr bi cûr

Çalakiyên îro yên Mîhrecana Dengvedana Efrînê li navçeya Til Rifetê hatin lidarxistin.

Di Mihrîcana Dengvedana Efrînê de çalakiyên cûr bi cûr
Di Mihrîcana Dengvedana Efrînê de çalakiyên cûr bi cûr
Di Mihrîcana Dengvedana Efrînê de çalakiyên cûr bi cûr
Di Mihrîcana Dengvedana Efrînê de çalakiyên cûr bi cûr
Di Mihrîcana Dengvedana Efrînê de çalakiyên cûr bi cûr
Di Mihrîcana Dengvedana Efrînê de çalakiyên cûr bi cûr
Di Mihrîcana Dengvedana Efrînê de çalakiyên cûr bi cûr
3 mijdar, 2018   15:44

ŞEHBA

Mîhrecana Dengvedana Efrînê bi dirûşmeya 'Ciwanên şoreşger û gelê niştîmanperwer serî hildin, Efrîn li benda me ye'  ji aliyê Yekitiya Ciwanên Rojava û Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk ve hatiye organîzekirin. Çalakî duh li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê dest pê kir û îro di roja duyemîn de li navçeya Til Rifatê a herêmê Şehbayê li dar ket.

Çalakiyên mihrîcanê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadiyê destpê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Qediye Hesen axivî û got: "Em îro di qonaxek hesas re derbas dibin. Siyasetên hemû dewletên dijber li ciwanan pêk tên. Divê ciwan ji şerê taybet xwe biparêzin. Efrîn li benda me ye da ku hûn li ber xwe bidin,  xwe birêxistin bikin û wê rizgar bikin."

Ji aliyê xwe ve hevserokê Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk Mihemed Yûsif êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Girê Spî û Kobanê destnîşan kir û got: "Di van rojan de bi armanca dagirkirinê, artêşa Tirk a dagirker Girê Spî û Kobanê topbaran dike. Di gelek daxuyaniyên wan de xuya dikin ku di kîjan deqeyê de dê dest bi êrîşan bikin. Em ji dagirkeran re dibêjin ku em amade ne bi birayên xwe re li hemû herêmên Sûriyê li dijî êrîşan bisekinin û em yek in û em rê nadin tu kesî xaka me dagir bikin."

Paşê 4 kom ji xwendekarên dibistanan beşdarî pêşbirkek zanistî bûn û di encamê de koma  xwendekarên refa 11 a amadehî ya dibistana Til Rifat bi ser ketin.

Her wiha koma Şehîd Birûsk şanoyek bi navê 'Xapandin'  pêşkeş kirin.

Di dawiyê de Koma Şehîd Agirî ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkeş kirin û xelekên govendê hatin gerandin.

Tê payîn ku mihrîcana du rojên din bidome û dê sibe çalakiyên xwe li gundê Babnisê yê girêdayî navçeya Fafîn pêşkeş bikin.

(şx)

ANHA