Bi hezaran gelê herêma Firatê tev li merasîma oxirkirina şehîd Sara bû

Karwanê şehîd Sara Rifet Mistefa ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser gundewarên Girê Spî de şehîd bû, dest pê kir.

Bi hezaran gelê herêma Firatê tev li merasîma oxirkirina şehîd Sara bû
3 mijdar, 2018   12:42

GIRÊ SPÎ

Bi hezaran şêniyên kantona Girê Spî û Kobanê tev li merasîma oxirkirina cenzayê zaroka bi navê Sara bûn ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser gundewarên bajarê Girê Spî de şehîd bû.

Artêşa Tirk a dagirker keça bi navê Sara Rifet Mistefa beriya 2 rojan li gundê Til Finderê girêdayî bajarê Girê Spî kir hedef û di encama wê de Sara şehîd bû.

Gundên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ji 28`ê Cotmehê ve rastî êrîşê artêşa Tirk a dagirker tên û sivîl têne hedefgirtin.

Karwanê oxirkirinê ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tamê ve ket rê. Bi sedan erebe û bi hezaran şêniyên herêma Firatê, nûnerên meclisan, komîte, rêveberiyên sivîl ên herêma Firatê, rûspiyên eşîrên herêmê û fermandarên leşkerî tev li merasîma oxirkirina şehîd Sara bûne.

(bx)

ANHA