HPG’ê nasnameya 4 şehîdên Amedê eşkere kir

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayan êşkere kir yên ku 1’ê Mijdarê li Amedê şehîd bûbûn.

HPG’ê nasnameya 4 şehîdên Amedê eşkere kir
3 mijdar, 2018   12:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir yên ku 1’ê Mijdarê li Amedê şehîd bûbûn.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir;

29'ê Cotmehê artêşa TC'ê ya dagirker li ser 76 gundên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê qedexeya derketine derve ragihand û li van qadan operasyoneke berfireh da destpêkirin. 1'ê Mijdarê saet 10.30'an li nêzî gundê Zirê yê Licê hêzên me û artêşa TC'ê ya dagirker li rasta hev hatine û şer derketiye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndar bûne, hevrêyên me  Baran, Çekdar, Întîkam û Mustafa ku li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer kirin şehîd bûne.

Agahiyên nasnaemeyê yên hevalên me wiha ne:

*****

Nasnav:  Baran Amed

Nav û paşnav: Îlyas Karakoç

Cihê jidayikbûnê:  Amed

Navê dayikê: Emîne

Navê bav: Mehmet Saît

cih û dîroka şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’an

*****

Nasnav:  Çekdar Amed

Nav û paşnav: Serhat Coşkûn

Cihê jidayikbûnê:  Amed

Navê dayikê: Sadriye

Navê bav: Mehmet Şukru

Cih û dîroka şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’an

******

Nasnav:  Întikam Amed

Nav û paşnav: Omer Çeleng

Cihê jidayikbûnê:  Amed

Navê dayikê: Dîlaz

Navê bav: Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’an

*****

Nasnav:  Mûstafa Malçok

Nav û paşnav: Beraat Bozkûrt

Cihê jidayikbûnê:  Amed

Navê dayikê: Aynûr

Navê bav: Abdûlmenaf

Cih û dîroka şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’a