Welatiyên Tebqayê: Em amade ne parastina axa xwe bikin

Welatiyên Tebqa di xwepêşandanekê de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî kantonên Kobanê û Girê Spî bi tundî şermezar kirin û wiha got: "Em amade ne parastina axa xwe bikin û dagirkeriya li dijî herêmeke Sûriyeyê dagirkeriya giştî Sûriyeyê ye."

3 mijdar, 2018   12:39

TEBQA

Di çarçoveya helwestên li dijî destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker li Bakurê Sûriyeyê de bi sedan welatiyên Tebqa û gundewarên wê û endamên saziyên sivîl û leşkerî xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji ber stada bajêr ve dest pê kir û ber bi bazara navendî ve herikî.

Xwepêşandêran banga derxistina dagirkeriya Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê kir û gelek dirûşmeyên wekî "Efrîn ber bi azadiyê ve diçe, Efrîn axa Sûriyê û dilê Sûriyeyê ye, bimire faşîsta Tirk, li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê serî hildin."

Piştî ku xwepêşandan gihaşt qada bazaran navendî li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Hind El-Elî axivî û diyar kir ku berdewama dagirkeriya Tirkiyeyê di axa Sûriyeyê de aloziya Sûriyeyê dirêjtir dike û banga avakirina civakeke azad û demokratîk û piralî kir.

Hind El-Elî di axaftina xwe de wiha got: "Ewlehî û aramî û jiyana hevbeş a herêmên Bakurê Sûriyeyê ne li gorî dilê dagirkeriya Tirkiyeyê ye û ji ber vê yekê hewl dide aramiya li herêmê têk bibe û projeya neteweya demokratîk têk bibe. Bila dijmin bi zanibe ku gelê Sûriyeyê ji bo parastina axa xwe amade ye."

Hind El-Elî bêdengiya navneteweyî li hemberî destdirêjiyên Tirkiyeyê şermezar kir û got ku ew pişta xwe nadin tu aliyan û dê parastina axa xwe bi xwe bikin.

Li ser navê Rêveberiya Jin a Tebqayê Suad El-Reşîd axivî û got ku gelê azad dikare hemû qeydan bişikîne û parastina xwe bike û hemû herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin rizgar bike û di serî de herêma Efrînê.

Xwepêşandêran diyar kir ku êrîşa li dijî Bakurê Sûriyeyê li dijî giştî Sûriyeyê ye û diyar kir ku ew ê bi hemû hêz û derfetên xwe axa xwe ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin biparêzin.

Ciwanekî ku beşdarî xwepêşandanê bûbû diyar kir ku ew wek ciwanên Tebqayê amade ne xwîna xwe fedayî parastina ax û gelê xwe bikin û dê têkoşîna xwe ber bi azadî û demokratkirina Sûriyeyê ve bidomînin.

ANHA