"Divê raya giştî bê deng nemîne"

Welatiyên Kobanê êrîşên li ser gundewarên Kobanê û Girê Spî şarmezar kirin û her wiha bang li hêzên navdewletî kir ku bêdengiya xwe ya ji bo şehîdxistina zaroka 6 salî Sara Mistefa bi dawî bikin.  

"Divê raya giştî bê deng nemîne"
"Divê raya giştî bê deng nemîne"
"Divê raya giştî bê deng nemîne"
"Divê raya giştî bê deng nemîne"
3 mijdar, 2018   12:31

HÊVÎDAR HERANÎ - STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Di 28 Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundewarên Kobanê û Girê Spî kir. Her wiha di 1’ê Mijdarê de artêşa Tirk êrîşî gundê Til Finderê yê rojavayê kantona Girê Spî kir. Di encama êrîşên dewleta Tirk de keçeke 6 salî ya bi navê Sara Mistefa şehîd bû. Welatiyên Kobanê û Rêxistina Sara bang li hêzên navdewletî kir ku li hemberî van êrîşan bê deng nemînin.

Şehnaz Ebd El-Mecîd êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û da zanîn ku dewleta Tirk zaroka Sara ji xwe re hedef girt ku dixwaze tenê bi van êrîşên xwe zarokan jî bitirsîne û wiha got: "Sara zarokeke dilpak bû, ji ber ku ji bilî pênûs û dibistana wê tu tiştên wê tune bûn."

Yek ji rêveberên Kongreya Star Edlê Bekir bal kişand ser şehîdxistina Sara Mistefa û êrîşên dewleta Tirk ên li ser sînor ku her tim dixwaze tevliheviyê di nava Kurdan de çêke û çi qas êrîş bikin jî êdî Kurd, ne Kurdên berê ne û wiha got: “Em wek jinên Kurd em ê sînoran rakin û bila Erdogan nebêje em ê ji ber êrîşên wî birevin. Em tu carî narevin. Em li ser fikr û felsefeya Rêber Apo perwerde bûne û bi vîna gelê Kurd em ê welatê xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin. Şehîdxistina Sarayê hêzeke mezin da zarokan, ji ber ku zarok jî mafê xwe yê xwendin û jiyanê dixwazin.”

Zaroka 12 salî ya bi navê Viyan Bekçî jî helwesta xwe ya li dijî êrîşan wiha anî ziman:  “Dewleta Tirk tu mafê xwe tune ye zarokan bikuje, em dixwazin di nava parastin û jiyaneke azade de bijîn. Bila Erdogan bimire, ma çi ji zarokên biçûk dixwaze?"

Dayika bi navê Ewêş Dewrêş a 80 salî, êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û got ku Erdogan şerê zarokan dike, armanca wî ew e ku tenê îradeya gelê Kurd bişikîne. Ewêş da zanîn ku ew wek pîrekê bi tenê jî mabe dê li ber xwe bide, dev ji axa xwe bernade û tu carî ji dagirkeriya Tirk natirse.

ANHA