Li Helebê têkildarî1‘ê Mijdarê civîneke hate lidarxistin

Bi boneya 'Roja Cîhanî ya Kobanê', Meclisa Sûriya Demokratîk ya Buroya Helebê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê civînek li dar xist.

Li Helebê têkildarî1‘ê Mijdarê civîneke hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî1‘ê Mijdarê civîneke hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî1‘ê Mijdarê civîneke hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî1‘ê Mijdarê civîneke hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî1‘ê Mijdarê civîneke hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî1‘ê Mijdarê civîneke hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî1‘ê Mijdarê civîneke hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî1‘ê Mijdarê civîneke hate lidarxistin
1 mijdar, 2018   16:31

HELEB

Civîn li avahiya Meclisa Sûriya Demokratîk a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar ket. Endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyan, şervanên YPG/YPJ'ê, Asayîşê û rûspiyên êlên taxê beşdarî civînê bûn.

Avahiya civînê bi pankartin ku li ser 'Bi berxwedanê û piştgriyê Kobanê rizgar bû', 'Me Reqa rizgar kir em ê hemû xaka Sûriyê rizgar bikin', 'Çawa me piştgriya Kobanê kir em ê piştgiriya Efrînê' hatibû xemlanidn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê hevserokatiya Meclisa Sûriye Demokratîk a Helebê Miriî Şelebî  axivî û berxwedana Kobanê silav kir û wiha got: "Li Kobanê bi berxwedana Arîn Mîrkan û hevalên wê xirabî têk çû. Bi rihê vê berxwedanê em ê Efrîn ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin."

Paşê gelek axaftin bi navên YPG'ê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk hatin kirin. Di axaftinan de Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê li tevahiya gelê Kurd û gelê Bakurê Sûriyê  hate pîrozkirin.

Her wiha hate gotin ku berxwedana Kobanê dengî azadî û aştiyê gihan tevahî cîhanê û şoreşa Rojava bi cîhanê re dan naskirin.

Di dawiyê de hate tekezkirin ku vîna gelê serhildêr ji bo azadî û aşitiyê, naşike û dê li hember dagirkeriya Tirkiyê bisekine û bi ser bikeve, çawa li Kobanê li dijî DAIŞ‘ê bi ser ketin, dê li hermberî dagirkeriya Tirkiyê bi serkevin.

(şx)

ANHA