'Armanca me bicihanîna rola jinan di pêşxistina partiyê de ye'

Xalîde Ebdo destnîşan kir ku armanca wan ew xwe bighînin hemû jinan da ku rola wan di pêşxistina Partiya Pêşreojê ya Sûriyê de bi cih bînin.

'Armanca me bicihanîna rola jinan di pêşxistina partiyê de ye'
'Armanca me bicihanîna rola jinan di pêşxistina partiyê de ye'
'Armanca me bicihanîna rola jinan di pêşxistina partiyê de ye'
'Armanca me bicihanîna rola jinan di pêşxistina partiyê de ye'
1 mijdar, 2018   17:12

HELEB

Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di çarçoveya rêzecivînin danasîna partiyê de, civîneke ji komîna Şehîd Varjîn a taxa Şêxmeqsûd a Helebê re lidar xist. Bi dehan jinên taxê beşdarî civîn bûn.

Rêveberiya Buroya Jin a Partiya Pêşrojê ya Sûriyê ya Şaxê Helebê Xalîde Ebdo axivî û cihê jin di partiyê de destnîşan kir.

Xalîde anî ziman ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di qada siyasî û civakî de pêşengtî kir û got: "Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji tundrewî û nijadperestiyê dûr e. Rêgeza wê pirengî û demokratîk e û her wiha jin rolek mezin di partiyê de dilîze."

Xalîde destnîşan kir ku armanca buroyê ew e ku xwe bighîne hemû jinan û rola wan di pêşxitina partiyê de bi cih bîne û pirsgirêkên wan çareser bike.

Xalîde got: "Perwerde bingeha pêşketina di her aliyan de ye. Partiya me jî erka parastina mafên zarokan girtiye ser xwe."

Di berdewama gotinên xwe de Xalîde diyar kir ku armanca partiyê ji hûnandina destûra Sûrî, mafê hemû pêkhateyan mîsoger bibe û got: "Partiya Pêşreojê ya Sûriyê di demeke kurt de zemînek gelêrî ji xwe re ava kir û heta niha 9 buroyên xwe li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir."

Di dawiyê de endama rêveber a Buroya Rêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Xalîda Ebdo binpêkirinên der heqê jinan de şermezar kir û got, Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dê têkoşîna xwe ya parastina mafê jin bidomîne. (şx)

ANHA