'Bingeha serekeftina Kobanê ramanê Ocalan e‘

Bi dirûşmeya 'Bi rihê berxwedana Kobanê em ê Efrîn rizgar bikin' bi sedan şêniyên navçeya Dirbesiyê û gundên girêdayî wê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê pîroz kirin. 

'Bingeha serekeftina Kobanê ramanê Ocalan e‘
'Bingeha serekeftina Kobanê ramanê Ocalan e‘
'Bingeha serekeftina Kobanê ramanê Ocalan e‘
'Bingeha serekeftina Kobanê ramanê Ocalan e‘
1 mijdar, 2018   16:13

HESEKÊ

Bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê bi sedan şêniyên navçeya Dirbesiyê ya Kantona Hesekê û gundên girêdayî wê şahiyek lidar xistin.

Şênî li qada Geracê hate lidarxitin. Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG,YPJ'ê, wêneyên şehîdan  û pankartên ku li ser 'Em êrîşên dewleta Tirk li dijî Rojava şermezar dikin, Bi giyana berxwedana Kobanê em ê Efrîn rizgar bikin' hatibû xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hindiyê Bekir bi navê meclisê axivî û bi xêrhatina şêniyan kir. Hindiyê diyar kir ku bi saya xwîna şehîdan, fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana gel herêm ji terorê rizgar bû.

Ji aliyê xwe ve fermendara YPJ'ê, Agirî Şînda axivî û got: "Em vê rojê li Rêberê mirovahiyê Ocalan pîroz dikin û em vê rojê wê weke rojekî dîrokî ji gelê Kurd re dihesbînim."

Agirî Şînda êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka Sûriyê şermezar kir û wiha domand: "DAIŞ'ê bi desteka Trikiyê bi çekên giran êrîşî Kobanê kirin. Lê şervanên me yên ku li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd perwerde bûne bi xwîna xwe Kobanê rizgar kirin û hemû planên wan têk birin û Kobanê bû destpêka dawiya DAIŞ'ê."

Piştre koma Kîkan stranên şoreşgerî pêşkeş kirin û şêniyan xelekên govendê gerandin.

Şahî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Kobanê bi dawî bû.

(şx)

ANHA