Êrîşên Tirkiyeyê kesên ji ber cîhanê ve şerê terorê dikin armanc dike

Siyasetmedaran diyar kirin ku armanca êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêma Firatê ku zextê li ser çeteyên DAIŞ'ê li bajarokê Hecînê kêm bike. Her wiha diyar kirin ku pêwîst e hêzên cîhanî der barê vê yekê de helwestên xwe diyar bikin.

Êrîşên Tirkiyeyê kesên ji ber cîhanê ve şerê terorê dikin armanc dike
1 mijdar, 2018   07:32

QAMIŞLO / RÊNAS REMO

Artêşa Tirk a dagirker ji du rojan berê ve êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê dike. Li beramberî vê yekê jî hemû dewletên cîhanê bê deng in. Di vê çarçoveyê de hin siyasetmedarên navçeya Tirbespiyê ev êrîş şermezar kirin û diyar kirin ku ew li dijminahiya hêviyên gelê azadîxwaz ku xwe rizgarkiriye dike.

Endamê Meclîas Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navçeya Tirbespiyê Silêman Bedir diyar kir ku êrîşa artêşa Tirk a dagirker li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê hovîtiya dewleta Tirk li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere dike û wiha got: "Evan êrîşîn li dijî herêmên rizgarkirî tenê ji bo zexta li ser DAIŞ'ê li bajaroka Hecîn kêm bibe."

Silêman destnîşan kir ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser axa ku bi saya xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin hevgirtina xwe xurt dikin û rêxistina terorîst a herî xurt têk şikandin û wiha anî ziman: "Em derfetê nadin ti aliyan ku azadiya me têk bibe."

Tişta ku hevkarên Tirkiyeyê, DAIŞ û Cebhet El-Nusra nikaribûn hilweşînin hewl dide bi xwe hilweşîne

Endamê Rêveberiya Partiya Nûjen û Demokrasiya Sûriyeyê Îbrahîm El-Selac behsa heman mijarê kir û got ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  binesaziya xwe û birêxistinkirina xwe parastiye û wiha got: "Ev yek ne li gorî dilê Tiriyeyê ye ku çeteyên xwe şandin da ku vê binesaziyê hilweşîne. Tirkiye hewl dide tişta ku hevkarên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra hilweşînin bi xwe hilweşîne."

Îbrahîm El-Selac da zanîn ku berxwedana dîrokî ya Kobanê waneyeke ji aliyên ku dixwazin destdirêjiyê li gel bikin û wiha anî ziman: "Gelê me hevgirtina xwe li dijî terorê xurt kir. Em ê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe bidin. Êrîşên artêşa Tirk li dijî herêmên bi ewle nîşana ku dixwaze aloziya Sûriyeyê dirêj bike."

Îbrahîm El-Selac bang li hemû hêzên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan û Koalîsyona Navnetewî kir ku li dijî van êrîşîn artêşa Tirk der bikevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Evan êrîşîn artîşa Tirk hêza DAIŞ'ê jinûve vedijîne û temenê aloziya Sûriyeyê dirêj dike û ji ber vê yekê divê evan alî helwesta xwe zelal nîşan bidin."

ANHA