Emîne Umer: Tirkiye hewl dide temenê DAIŞ'ê dirêj bike

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîne Umer xuya kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrîşan, dirêjkirina temenê DAIŞ'ê ye.

Emîne Umer: Tirkiye hewl dide temenê DAIŞ'ê dirêj bike
1 mijdar, 2018   07:40

EHMED EL-KIYAN-TIRKÎEL-KALIT/GIRÊ SPÎ

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîne Umer derbarê êrîşên dewleta tirk ku van rojên dawî Girê Spî û Kobanê pêk tên axifî û got: "Tirkiye hewl dide projeya neteweya demokratîk a ku çalaktiya xwe li ser erdê isbat kiriye têk bibe

Di hevpeyvînek li gel ajansa Hawarê de, hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîne Umer êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmê şermezar kir û got: "Divê civaka navdewletî helwesta xwe girêdayî êrîşên li dijî herêmên ku ji DAIŞ'ê rizgar bûne nîşan bidin."

Emîne, got ku êrîşên dewleta dagirker Tirk li dijî herêmên rojhilatê Firatê ne nû ne û got “vê carê bi lidarketina lûtkeya çaran a li Stenbolê pêk hat, ev tê wateya ku destûr ji Tirkiyê re hatiye dayîn ku êrîş bike.”

Her wiha destnîşan kir ku: “ev êrîş di dema ku di qonaxa dawîn a pêngava tunekirina DAIŞ'ê de ku QSD'ê bi Koalîsyona navdewletî re bi rêve dibe pêk hatin. Ev isbat dike ku dewleta Tirk hewl dide temenê DAIŞ'ê bi rêya mijûlkirina şervanan bi eniyên din re dirêj bike.”

Di berdewama gotinên xwe de Emîne ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk ji nakokiya li Sûriyeyê bi rêya piştgiriya çeteyan sûd girt. Herêmên Sûriyeyê weke Idlêb, Bab, Cerablus, Efrîn û hwd dagir kir. Ji ber wê ew naxwaze rola projeya neteweya demokratîk a çalak di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de bibîne. Ji lewre hewl dide projeyê û ewlehiya li herêmê têk bibe."

Emîne Umer bang li civaka navdewletî kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku êrîşan rawestîne û her wiha helwesta xwe jê xuya bikin û wiha got: "Nîşandana xembariyê têrê nake. Rewş bi hewcedariya helwestek hişk û tevgerek cidî ye da ku ev êrîş bê rawestandin."

Di dawiyê de hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîne Umer diyar kir ku ji erka QSD'ê ye ku  herêmê biparêzin. Ji aliyê xwe ve QSD'ê destnîşan kir ku dê li hember her êrîşekê û her kesekî ku dixwaze ewlehiya herêmê binpê bike bisekinin.

(şx)

ANHA