Li Efrînê binpêkirinên dagirkeran di meha Cotmehê de

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên terorîst hovantirîn sûc û binpêkirinan der heqê sivîlên Efrînê de li ber çavên cîhanê didomînin.

Li Efrînê binpêkirinên dagirkeran di meha Cotmehê de
Li Efrînê binpêkirinên dagirkeran di meha Cotmehê de
Li Efrînê binpêkirinên dagirkeran di meha Cotmehê de
Li Efrînê binpêkirinên dagirkeran di meha Cotmehê de
Li Efrînê binpêkirinên dagirkeran di meha Cotmehê de
Li Efrînê binpêkirinên dagirkeran di meha Cotmehê de
Li Efrînê binpêkirinên dagirkeran di meha Cotmehê de
Li Efrînê binpêkirinên dagirkeran di meha Cotmehê de
Li Efrînê binpêkirinên dagirkeran di meha Cotmehê de
Li Efrînê binpêkirinên dagirkeran di meha Cotmehê de
1 mijdar, 2018   07:00

CAFER CAFO-ELÎ GEDRO-ŞEHBA

Ajansa me ANHA'yê sûc û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di meha Cotmehê de der heqê sivîlan li Efrînê de belge kirin.

Gundên navçeya Şêrawa û herêmên Şehbayê rastî topbaranê hatin. Ev topbaran bi armanca hejandina ewlehî û aramiya herêmê pêk tên.

Tevî wê jî, çeteyan li Efrînê gelek bermahiyên dîrokî ji cihên cûda yên weke Til Hilûbiyê ya navçeya Şera, tila di navbera gundên Maratê û Bablîtê yên girêdayî navenda bajarê Efrînê û tila bajarokê Meydankî ya navçeya Şera ya ku dikeve rojavayê navenda navçeyê talan kirin û di encama vekolînan de cihên dîrokî wêran kirin.

Ji aliyekî din ve cenazeya du kesên ku nasnameya wan nehatin zanîn li ser riya di navbera navçeya Cindirêsê û gundê Ebû Kaib hate dîtin.

Bace, belavok û desteserkirina tevahiya hilberîna zeytûnan

Piştî derxistina daxuyaniya radestkirina hemû zeviyên ku çeteyan desteserkirine ji Meclisa Herêmî re, di 1'ê Cotmehê de, heman meclisê ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker a navçeya Cindirêsê belavokek ku tê de baceya ku divê xwediyê zeviyan ji tevahiya hilberînê bidin bi rêjeya ji sedî 15 diyar kiribûn belav kir.

Yek ji berpirsên Desteya Çandiniyê ya Efrînê diyar kir ku çeteyan bi rêjeya ji sedî 90 ji hênanên hilberîna zeytûnê ya Efrînê desteser kirine, ev jî bi qasî 100 milyon lîreyên Sûriyeyê dike.

Têkildarî mijara parvekirina tiştên ku hatine talankirin di navbera çeteyan de, bi awayekî giştî li seranserî kantonê çete bi hev ketine. Li navçeya Cindirêsê di 3'yê Cotmehê de çeteyên Ehrar El-Şam û Koma Edil li gundê Qijûma ya girêdayî navçeya Cindirêsê bi hev ketibûn. Her wiha çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û qaşo ku bi polîsa leşkerî tê naskirin li ser parvekirina malê sivîlekî li nêzî navenda çandî ya Efrînê bi hev ketibûn.

Her wiha çeteyan li ser bendên kontrolkirinê li kesên ku diçin û tên baceyan dibirin. Eger çeteyek li gorî tê xwestin pere kom neke, ji hêla serçeteyê xwe ve tê riswakirin. Yek ji çavkaniyan bû şahidê bûyerekî mîna vê li ser benda kontrolê ya Tirindê. Li gorî çavkanî, çeteyekî ji ber ku 4 hezar û 300 dolar pere di rojekê de kom kiriye ji aliyê serçeteyekî ve hate riswakirin.

Girêdayî mijara ku dagirkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê bi rêya bi karanîna niştecihan di talankirina milkên welatiyan de hewl dide tevliheviyê di navbera şêniyan de belav bike.

Di rêzekirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, çeteyan hemû hilberîna zeytûnê ya gundê Feqîra yê navçeya Cindirêsê desteser kirin. Ji aliyekî din ve çeteyan li şêniyên gundên ku dikevin ser riya di navbera Cindirêsê û Efrînê(Xelnêr, Keferşîl, Maratê, Bablît, Bûzikê, Tilifê û Keferzîtê) belavok belav kir û tê de ji şêniyan xwestin ku hilberînên xwe radestî wan bikin. Her wiha çete beyî destûr nahêlin kesekî biçe zeviyên xwe.

Çavkaniyek pêbawer tekez kir ku artêşa Tirk a dagirker piştî ku deriyê sînor di navbera Kantona Efrînê û zeviyên Tirkiyeyê bi rêya gundê Hemamê vekiriye, li gundê Hemamê yê li ser sînor herêmek di bin nave qaşo azad ava kiriye.

Heman çavkanî destnîşan kir ku artêşa Tirk bi mebesta komkirina hilberînên zeytûnan û ji bo şandina wan ji aliyê Tirkiyeyê ev herêm ava kiriye.

Ji aliyekî din ve çavkaniyek din diyar kir ku çeteyên Firqet El-Hemzat bi rêya hin bazirganan zeyt dişînin Marê û piştre dişînin Hema, Şam û herêmên din.

Çete ji bo plansaziya binpêkirinan çêbikin dicivin

Çeteyên Heyat Tehrîr El-Şam(Cibhet El-Nusra ) di 1'ê Cotmehê de li herêma Cindirêsê bi çeteyên Cebhet El-Wetaniyê re bi armanca avakirina girûpek hevpar û rewakirina hebûna wê li herêmê civiya.

Revandin û kuştin

Revandin û kuştina sivîlan li Efrînê bi armaca tirsandina şêniyan û da ku malê xwe terk bikin didomin. Ev kiryar di çarçoveya bicihanîna guhertina demografiya herêmê pêk tên.

Çeteyan girûpek şênî ji gundê Qîbarê yê Êzidî di nav de jî jinek bi navê Hemîde Şêx Henan dema ku diçûn zeviyên xwe revandin. Her wiha 3 sivîl ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa di 5'ê Cotmehê de bi navên Salîh Osman, Ehmed Osman û Mixtar Fewzî Osman revandin.

Zêdetirî 122 welatî di nav de jin û mêr ji deverên cuda yên Efrînê û dermanfiroşê bi navê Xelîl Hec Ebdo ji gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê û bijîşkê bi navê Riyad Mela ji gundê Cûqê hatine revandin û ji bo serbest berdana wan fidya ji malbatên wan hatine xwestin.

Hilkirina darên zeytûnê û şewitandina daristanan

Artêşa Tirk a dagirker di destpêka meha Cotmehê de agir bi darên girên bajarokê Meydankî yê navçeya Şera xistine. Di encamê de bi dehan dar şewitîn û çeteyan jî destûr nedan ku şênî agirê vemrînin. Her wiha çeteyan daristana çiyayê Qaziqlî û Tilê taxa El-Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê şewitandin.

Tevî wê jî çeteyan bi armanca vekirina rê di navbera Efrîn û Tirkiyeyê bi sedan darên daristanî û zeytûnê li gundên li ser sînorên Cindirêsê û Şiyê hilkirin.

Heta stûnên kehrebeyê û riya trênê ji destê wan nefilitîn. Çeteyan stûnên kehrebeyê li ser rêya navçeyên Mabata û Şiyê hilkirin û her wiha rêya trênê ya ku di nav gundê Meydan Ekbes ê navçeya Recoyê re derbas dibe ji hev vekirin û ew şandin bajarê Ezazê.

Bi darê zorê koçberkirin

Dagirkeran hewl didin demografiya herêmê biguhêrin. Çeteyan bi darê zorê şêniyên Efrînê ji malên wan derdixîne û malbatên xwe ku ji hemû derverên anîne bi cih dikin. Çeteyan hejmarek malbatên gundê Til Silûrê yê navçeya Cindirêsê ji malên wan derxistin û niştecihan li şûna wan bi cih dikin.

Heta niha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê zêdetirî 200 malbat li navçeya Mabatayê bi cih kirine. Eger şêniyek nexwaze ji malê xwe derkeve, wî êşkence dikin. Mînaka wê bûyerê ku li gundê Kokanê yê girêdayî navçeya Mabatê qewimiye. Dema şêniyek ji gund nexwest ji malê xwe derkeve, çeteyan bi awayekî hovane lê dan û gefa kuştinê lê xwarin.

Malbatek ji Efrînê bû qurbana mayînên çeteyan

Beriya vê malbatek ku ji bav, dê û zarokekî yek salî pêk tê, dema hewl dan ji Efrînê derbikevin, mayîna ku çeteyan li ser rê çandibûn bi wan ve teqiya û hersê jî mirin.

Çalakiyên leşkerî yên berfireh ên Yekîneyên Parastina Gel û Xezeba zeytûnê

Çalakiyên şervanan li dijî dagirkeran li Efrînê û Bakurê Sûriyeyê didomin. Di çalakiyan de bi dehan çete hatin kuştin û gelek çek û erebeyên leşkerî hatin wêran kirin.

Di dîroka 2-10-2018'an de Odeya Xezaba Zeytûnê çeteyekî artêşa Tirk a dagirker li ser riya di navbera El-Bil û El-Şêx Rîh de yên girêdayî bajarê Ezazê kuştin.

Di dîroka 7'ê Cotmehê de şervanên Xezaba Zeytûnê noqteyek leşkerî yên çeteyên Cibhet El-Şamiyê ya li gundê Mêremînê yê navçeya Şera ya Efrînê kirin hedef û 4 çete kuştin.

Di 9'ê Cotmehê de Hêzên Xezeba Zeytûnê bi êrîşek bombeyî erebeyek leşkerî yê girêdayî çeteyên El-Sultan Fatih li ser riya gundê Hec Hesna ya girêdayî navçeya Şiyê kirin hedef. Di encamê de 2 çete bi navên Nîhad Mehmûd El-Mehmûd û Nîzar El-Idilbî hatin kuştin.

Di 10'ê Cotmehê de bi êrîşek bombeyî ku erebeyek çeteyên El-Muitesem Billeh li riya gundê Dimliya yê girêdayî herêma Racoyê hate hedefgitin û di encamê de kuştina çeteyekî bi navê Xalid Abdullah hate tekezkirin.

Di heman dîrokê de li gundê Dêr Belûtê yê herêma Cindirêsê çalakiyeke sûqastê li dijî çeteyekî koma Sultan Murad bi navê Mihemed El- Hesen ê ji Idlibê pêk hat û çete hate kuştin.

Di 11'ê Cotmehê de Yekîneyên Parastina Gel çalakiyeke sûqastê li dijî benda kontrolkirinê ya gundê Xezawiyê ya girêdayî Efrînê pêk anîn. Di encamê de çeteyek Feyleq El-Şam bi navê Mahêr Ibrahîm ji herêma Idilbê hate kuştin.

Di 12'ê Cotmehê de yekîneyan di encama kemînekê de li herêma Nebî Hûrî 2 çete bi navên Mihemed Elwî ji Himsê û Ebid Ehmed ji Idlibê kuştin.

Di 15'ê Cotmehê de hêzê çalakiyek leşkerî li dijî erebeyek leşkerî ya girêdayî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê li ser riya gundê Xezewiyê pêk anîn. Di encamê de erebe bi temamî wêran bû û 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Her wiha di 16'ê Cotmehê de hêzê çalakiyek li dijî erebeyek leşkerî ku hejmarek leşkerên Tirk vediguhest, li ser riya navçeya Mabatayê pêk anîn û kuştina leşkerekî hate tekezkirin.

Di 17'ê Cotmehê de şervanan çalakiyek li dijî erebeyek leşkerî ku çeteyên Firqet Silêman Şah vediguhest li ser riya navçeya Racoyê, bi cih anîn, erebe wêran bû û 2 çete hatin kuştin.

Di 18'ê Cotmehê de Hêzên Xezeba Zeytûnê li hember noqteyek çeteyên Ehrar El-Şerqiyê li gundê Qestel Xidiriya yê girêdayî navçeya Bilbilê çalakiyek kirin û di encamê de 2 çete bi navên Silêman El-Mihemed û Mihemed Mehran kuştin.

Tevî wan çalakiyan ajanê bi navê Muhend Zîr ku ji Til Refatê ye di 1'ê Cotmehê de hate tesfiyekirin.

Di 27'ê Cotmehê de Yekîneyên Parastina Gel yek ji noqteyên leşkerên Tirk li navçeya Racoyê kirin hedef û di encamê de pevçûn rûdan û 2 leşker hatin kuştin.

Di 29'ê Cotmehê de dema ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê piştî ku hilberînên zeytûnê yên şêniyên gundê Goliya desteser kiribûn, bi erbeyekê vedigeriyan, Yekîneyên Parastina Gel çalakiyek leşkerî li dijî wê erebeyê pêk anî. Kuştina 3 çeteyan hatin tekezkirin.

(şx)

ANHA