Pêşangeha gerok a pirtûkan li Serêkaniyê bi dawî bû

Pêşangeha gerok a pirtûkan li Serêkaniyê bi dawî bû. Endama Desteya Çand û Hunerê ya Herêma bajarê Qamişlo Neima Mûrad diyar kir ku pêşangeha wan li Serêkaniyê serkeftî bû û bang li gelê Hesekê kir ku di meha pêş de li benda pêşangeha wan bin.

Pêşangeha gerok a pirtûkan li Serêkaniyê bi dawî bû
Pêşangeha gerok a pirtûkan li Serêkaniyê bi dawî bû
Pêşangeha gerok a pirtûkan li Serêkaniyê bi dawî bû
31 cotmeh, 2018   16:28

HESEKÊ

Pêşangeha gerok a pirtûkan ku ev 3 roje li Serêkaniyê ye, îro di saet 17.00’an de bi dawî bû. Pêşangeha gerok a ku li ser xwesteka rewşenbîr û pirtûkhezan li darxistin, yekem car di 23’ê Îlonê de li Dêrikê hat vekirin. Piştre di 29’ê mehê li Serêkaniyê ku îro roja dawî bû hat vekirin. Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê û bi tevlêbûna “Yekitiya Nivîskarên Kurd – Sûriya, Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Komeleya Çandê ya Suryaniyan, Komîteya Nivîskarên Kurdistana Sûrî, Weşanxaneya Şilêrê, Dar-El Tekwîn, Akademiya Civaka Demokratîk, Navenda Şopdarên Rojê, Desteya Çand û Hûnerê ya herêma Cizîrê, HRRK, Navenda Ragihandinê ya Rojhilata Navîn, û Pirtûkxaneya Bindarûkê” hat li darxistin. Dê pêşangeh piştî Serêkaniyê li Hesekê û pirtre jî li Amûdê were lidarxistin.

Di pêşangehê de pirtûkên bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî yên li ser Şoreşa Rojava, dîroka Kurdîstan, helbest, roman, çîrok, ferheng, siyaset,  şoreşa tevgera azadiyê ya gelê Kurd û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşkirin.

Li Serêkaniyê jî ku di 29’ê mehê de dest pêkir îro di seet 17.00’an de bi dawî bû. Gelê Serêkaniyê ev sê rojin serdana pêşangehê dikin.

Endama Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Naime Mûrad diyar kir ku pêşangeha wan serkeftî bû û wiha got: “Em pir keyfxweş bûn, gelek pirtûk cara yekem li vir gihiştin hev. Disan gelek pirtûkhezan hevdû li vir naskirin. Ev çend salbûn ku ji ber rewşa heyî gel ji xwendinê dûrketibûn, bi van pêşangehan re dîsa gel dizivirin ser xwendinê. Meha bê em ê herin Hesekê, bila gelê me yê Hesekê jî li benda me ne.”

(bm-sx)

ANHA