'Dewleta dagirker hîna çi ji me dixwaze?’

Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker, welatiyekî ji gundê Kor Elî birîndar bû. Welatiyê birîndar êrîş şermezar kir û got ku ew dev ji axa xwe bernadin.

'Dewleta dagirker hîna çi ji me dixwaze?’
31 cotmeh, 2018   16:53

KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker di 28 Cotmehê de êrîşî gundên Kobanê yên Zormixar, Kor Elî, Aşmê û Sêlim kir. Di encama êrîşan de welatiyekî ji gundê Kor Elî yê ku li rojavayê bajarê Kobanê dikeve, birîndar bû.

Welatiyê bi navê Ehmed Xişo (67), dema ku di nava zeviyên xwe de bû, ji ber êrîşên dewleta Tirk birîndar bû û niha li nexweşxaneya Kobanê tê dermankirin.

Ehmed Xişo got diyar kir ku dev ji gundê xwe bernadin û bûyer wiha vegot: "Dema ku em di nava zeviya xwe de bûn min dît top hatin û li derdora me ketin. Ez çûm ber dîwarekî lê topek li dîwar ket û bilûk (kerpîç) bi ser min de ketin û ez ji destê xwe birîndar bûm. Ji ber topbaranê em ji gund derketin, lê em dev ji mala xwe bernadin û bila dewleta faşîst zanibe em ji tank û topên wan natirsin."

Ehmed Xişo êrîş şermezar kir û wiha got: "Ma ne dewleta dagirker dîwarê şermê lê kir, hîna çi ji me dixwaze? Em di nava zeviyên xwe de zeytûnan berhev dikin, em sivîl in, tiştek li cem me tune ye."

(hh/hk)

ANHA