Ciwan û malbatên şehîdan banga serhildanan li hemberî dagirkeriyê kirin

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kanton Kobanê û Girê Spî hatin şermezarkirin û banga serhildana hate kirin.

Ciwan û malbatên şehîdan banga serhildanan li hemberî dagirkeriyê kirin
Ciwan û malbatên şehîdan banga serhildanan li hemberî dagirkeriyê kirin
31 cotmeh, 2018   16:14

HESEKÊ

Bi sedan ciwanên navçeya Dirêbsiyê bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û Girê Spî meşeke li dar xistin.

Meş ji pêşiya Navenda Ciwanan dest pê kir û li Qada Şehîd Xemgîn veguherî mîtîngê. Di meşê de diruşmeyên şermezarkirina êrşên dewleta Tirk hatin qîrkirin.

Li Qada Şehîd Xemgîn ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Paşê daxuyanî ji aliyê mamosteya zimanê Kurdî Evîn Misto ve hate xwendin.

Evîn Misto bang li gelê Kurd û hêzên demokratîk kir ku li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Rojava û Bakurê Sûriyê serhildanan li ser dar bixin û hate gotin ku dewleta Tirk bi van êrîşên xwe hewl dide şoreşa demokaratîk asteng bike, lê êrîşên wê bi berxwedaniya gel wê bi ser nekevin.

Evîn Misot bi navê jinên ciwan soza da ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û êrîşên faşîzmeyê têk bibin.

Bi heman armancê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê daxuyanî dan.

Daxuyanî bi amadebûna endamên meclisê li ber Navneda Çand û Hunerê ji aliyê hevserokê meclisê Salim El-Salim ve hate xwendin.

D daxuyaniyê de êrîşên li ser Kobanê û Girê Spî hatin şermezarkirin û bang li hêzên demokratîk hate kirin ku êrîşên dewleta Tirk şermezar bike û piştgiriya Şoreşa Rojava bike.

ANHA