Ciwanên Cizîrê li dijî dagirkeriya Tirkiyê li qadan bûn

Bi hezaran ciwanên herêma Cizîrê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û Girê Spî nerazîbûn nîaşnda dan.

31 cotmeh, 2018   15:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûna gel a li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û Girê Spî her ku diçe zêde dibe. Bi hezaran ciwanên Hesekê, Zergan, Dêrik, Qamişlo û Amûdê daketin qadan û êrîş bi tundî şermezar kirin

HESEKÊ

Bi pêşengtiya Yektiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) bi sedan ciwanên bajar û gundewarên Hesekê meşeke li dar xistin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Kobanê şermezar kirin.

Xwepêşandana ji çerxeriya Sînalko ya taxa Til Hecer dest pê kir. Di xwepêşandanê alên YCR û YJC û posterên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê serî hilde" hatibûn vekirin.

Meş ber bi çerxeriya Îtfaiyê ve dewam kir, di wê navberê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana şervanên YPG û YPJ‘ê şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê hatin berizkirin.

Meş li çerxeriya Îtfaiyê rawestiya. Li vir ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin.

Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Delîla Jiyan axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî şermezar kir.

Jiyan got: "Sibe 1‘ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Piştgiriya  Kobanê ye. Erdogan hewl roja dîrokî reş bike. Wê pilanên wî li hemberî berxwedana gelê herêmê têk biçe."

Jiyan anî ziman ku ew li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û dê berxwedana xwe dewam bikin ta azadiyê bi dest bixînin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

DÊRIK

Li ser vexwendina Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Dêrikê, bi aramnca şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser kantonên Girê Spî û Kobanê bi sedan şêniyên herêma Dêrikê li qada Şehîdan a bajêr kom bûn.

Bi navê Yekitiya Jinên Ciwan Sara Cûdî daxuyanî xwend.

Sara anî ziman êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ên li ser Kobanê û Girê Spî piştî ku çeteyên DAIŞ‘ê ber bi dawîbûnê ve diçe pêk hat û anî ziman ku Tirkiyê bi van êrîşên xwe hewl dide moral bide çeteyan.

Cûdî di berdewama daxuyaniyê de got, "Em rê nadin ku ti hêzî ku xaka me, çanda me û nasnmeya me dagirker bike û em ê têkoşîna xwe mezin bikin."

ZIRGAN

Ciwanên navçeya Zerganê ya kantona Hesekê bi heman armancê daxuyanî dan.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan ciwanên navçeyê li ber avahiya Navenda Ciwanan hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê berdevkê ciwanên navçeya Taha Îso ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên Tirkiyê yên li ser Kobanê û Girê Spî hate şermezarkirin û hate gotin ku ev êrîş di heman demê de êrîş li ser tevahî Bakurê Sûriyeyê.

Taha Îso di berdewama daxuyaniyê de bang li rêxistinên navdewletî yên mafê mirovan kir ku li hemberî binpêkirinên Erdogan ên li dijî gelê Bakurê Sûriyê erka xwe bi cih bînin û Erdogan di dadgehên navdewletî were darizandin.

QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşemaya "Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê serî hilde" li navçeya Amûdê û bajarê Qamişlo du meşa li dar xistin. Di meşê de êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Kobanê û Girê Spî hatin şermezarkirin.

Bi sedan endamên Yekitiya Jinên Ciwan ji çerxeriya Osman Sebirî ya rojavayê bajarê Qamişlo ber bi çerxeriya Şehîda Rûbar ve dest bi meşê kirin.

Li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo endamên Yekitiya Jinên Ciwan ji pêşiya navenda ciwanan ber bi qada Şehîd Cîhad ve dest bi meşê kirin.

Di meşê de alên ciwanan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên  "Li dijî dagirkeriya Tirkiyê serî hilde" hatibûn vekirin. Her wiha dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPJ, YPG û QSD‘ê beriz dikin.

Meşa li Qamişlo li çerxeriya Şehîd Rûar rawestiya û ya navçeya Amûdê li Qada Şehîd Cîhan rawestiya.

Paşê daxuyanî bi navê Yekitiya Jinên Ciwan hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk  dagirker ên li ser Kobanê û Girê Spî hatin şermezarkirin û hate gotin ev êrîşê berdewama êrîşên DAIŞ‘ê yên li ser Rojava û Bakurê Sûriyê ye.

Jinên ciwan di daxuyaniyê de soz dan ku ew ê li hemberî êrîşên berxwedana berdewam bikin û xwîna şehîdan li erdê nehêlin.

ANHA