Meclisa Kantona Girê Spî: Em ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin

Meclisa Kantona Girê Spî desnîşan kirin ku ew ê li hember êrîşên dewleta Tirk li dijî bajêr bê deng nemînin.

Meclisa Kantona Girê Spî: Em ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin
31 cotmeh, 2018   15:48

GIRÊ SPÎ

Meclisa Kantona Girê Spî têkildarî êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser kantona Girê Spî ku di encamê de şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bû û yek din jî birîndar bû daxuyanî da.

Endamên saziyên sivîl î û rûspiyên êlên Ereb ên Kantonê kom bûn û daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên bi ewle yên Bakurê Sûriyê hate şermezarkirin û hate gotin: " Di çend rojên dawî de êrîşên bi fuze û guleyên bêser û ber li dijî gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê pêk hatin û di encamê de şehîd û birîndar hebûn.

Em wek Rêveberiya Kantona Girê Spî soz didin ku ev êrîş dê bê bersîv nemînin û em amade ne ku gel û destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bi destxistin heta dilopa xwîna xwe ya dawî biparêzin.

Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî dikin ku li hember van êrîşan bê deng nemînin û mudexele bikin û rawestînin.'

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina şehîdan û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(şx)

ANHA