QSD‘ê Pêngava Bagera Cizîrê bi awayekî demkî rawestand

QSD‘ê ji ber êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê Pêngava Bagera Cizîrê bi awayekî demkî rawestandin.

QSD‘ê Pêngava Bagera Cizîrê bi awayekî demkî rawestand
31 cotmeh, 2018   15:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokartîk bi daxuyaniyê ragihandin ku hêzên wan ji ber êrîşên artêşa Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê  pêngava Bagera Cizîrê ya li dijê DAIŞ‘ê bi awayekî demkî rawestand.

Daxuyaniya QSD‘ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Dewleta Tirk gef û êrîşên xwe yên li hemberî Bakurê Sûriyê zêde kirin, nemaze piştî daxuyaniyên Recep Tayyîp Erdogan û civîna çar alî ya li Stenbolê ya di navbera serokên Rûsya, Frasna, Elmanya û Tirkiyê de. Hêzên taybet ên Tirkiyê 6 êrîş anîn ser gundên bi ewle yên li ser sînor, di encamê şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bû û yek din jî birîndar bû, di heman demê de ziyanên mezin giştin milkên sivîlan. Ji ber êrîşê sivîl neçar man dev ji malê xwe berdin.

Şevê din 30/10/2018 êrîşî deriyê sînor ê Girê Spî kir, di encamê de parêzvanê derî şehîd bû û yek din jî birîndar bû.

Wekî Hêzên Sûriya Demokratîk em van êrîşan wekî desteka dewleta Tirk bi rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê bi nav dikin, ji ber di heman dema êrîşên dijber ên rêxistina terorîst li dijî herêma Hecîn pêk tên. Em ji raya giştî re radighînin ku di navbera êrîşên rêxistina terorîst ên li ser başûr li hemberî hêzên me û êrîşên dewleta Tirk koordîneyeke li ser bakur de koordîneyeke heye, di encam de Şerê Tinekirina Terorê  ya li hemberî bargeha dawî ya rêxistina terorîst bi awayekî demkî radiweste.  Berdewama van êrîşan jî dê rawestandina pêngava me ya leşkerî ya li dijî rêxistina DAIŞ‘ê dirêj bike.

Em wekî Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokrtîk di heman demê de teqez dikin ku em amade ne bersiva êrîşên derve bidin, di navde êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên me yên bi ewle. Em bang li civaka navdewletî ku nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li hemberî herêmên bi ewle yên Sûriyê şermezar bike, her wiha em bang li Koalîsyona Navdewletî dikin ku ji dijmaniya Tirkiyê û desteka wê ya bi rêxistina DAIŞ‘ê re helwesta xwe zelal bike, ji ber ku êrîşên Tirkiyê li djiî stratîjiya şirîkên me yên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî teorê ye."

ANHA