Li Iraqê 2 serçeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

ji hêla hêzên Iraqê ve 2 serçeteyên DAIŞ`ê yên ku di hefteya borî de biryara êrîşên li dijî QSD`ê da, hatin kuştin.

Li Iraqê 2 serçeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin
31 cotmeh, 2018   12:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê li ser zimanê hêzên leşkerî yên Iraqê diyar kir ku 2 serçeteyên DAIŞ`ê yên di hefteya derbasûyî de biryara êrîşên Ii dijî QSD`ê da, li ser sînorê Sûriye-Iraqê hatin kuştin.

Hêzên Iraqê yên ku bi navê Qiwat El-Tabîa El-Şabiye tên naskirin, roja Çarşemê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan 2 serçeteyên DAIŞ`ê li herêma sînor kuştine û ew berpirsên êrîşên li dijî QSD`ê ne.

Fermandarê Hêzên Parastina Şabî li rojavayê Enbar Ehmed Nesirellah got piştî hêzên Iraqê agahî wergirtin, bi ser baregehên kombûna çeteyan de girt û her du çete li vir hatin kuştin.

Hêzên Iraqê ji aliyê herêmên li ser sînor bersiva êrîşên roja Înê yên li dijî şervanên QSD`ê da û gotin artêşa Iraqê amade ye li dijî komên çekdar ên hewl da derbas bibin, şer bikin.

(bx)