'Êrîş li dijî me hemûyan e, divê partiyên siyasî helwesta xwe nîşan bidin'

Salih Gedo destnîşan kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Kobanê li dijî giştî Bakurê Sûriyeyê ne û ne tenê li dijî partiyekî ye, ji ber vê yekê divê partî û hêzên Bakurê Sûriyeyê û Kurdistanê helwesta xwe zelal nîşan bidin. Gedo banga xurtkirina hevgirtinê di vê qonaxê de kir û got ku divê Koalîsyona Navneteweyî bersiva van êrîşan bide.

'Êrîş li dijî me hemûyan e, divê partiyên siyasî helwesta xwe nîşan bidin'
31 cotmeh, 2018   12:31

EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker ev 2 roj e êrîşî kantonên Kobanê û Girê Spî dike. Piştî daxuyaniyên dawîn ên serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan artêşa Tirk êrîşên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Girêdayî mijarê sekreterê Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo got ku ev êrîşên dawîn ên dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî kantonên Kobanê û Girê Spî ne tiştekî nû ne û wiha anî ziman: "Ji ber ku Erdogan dijminahiya gelê Sûriyeyê û bi taybet gelê Kurd dike, bi xwe dibêje ku tişta herî girîng ji bo wê tunekirina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye û têkşikandina tecrubeya demokratîk li herêmê ye."

Salih Gedo da zanîn ku ev êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî Kobanê û Girê Spî piştî 24 saetan ji civîna çaralî ya di navbera Rûsya, Tirkiye, Fransa û Almanyayê de pêk hatine û ev jî nîşana lihevkirineke veşartî di navbera van aliyan de ye.

Gedo da zanîn ku armanca Erdogan ji van êrîşan ew e ku helwesta civaka navneteweyî nas bike û erêkirina wan ji êrîşa li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ku ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin wergire û wiha domand: "Divê Amerîka bersiva van êrîşan bide, ji ber ku ew serkêşiya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dike.

‘Divê partiyên Kurdistanê helwesta xwe li hemberî van êrîşan nîşan bidin’

Salih Gedo axaftina xwe wiha berdewam kir: "Her kes nas dike ku êrîşên Erdogan di heman dema pêngava QSD'ê ya tunekirina çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê de pêk tên. Armanca wî ew e ku pêşveçêna QSD'ê di şerê li dijî DAIŞ'ê de asteng bike. Ji ber vê yekê berpirsyariya herî mezin li ser mile Koalîsyona Navneteweyî ye û divê bersiva êrîşên Tirkiyeyê bide."

Sekretêrê Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo di dawiya axaftina xwe de got ku ev êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê ne tenê li dijî aliyekî yan partiyekî ne, lê belê li dijî hemû partiyên siyasî yên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û divê hevgirtina xwe li hemberî van êrîşan xurt bikin. Her wiha divê partiyên siyasî yên Kurdistanê jî helwesta xwe li hemberî van êrîşên Tirkiyeyê li dijî Rojava zelal nîşan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku Erdogan dibêje dê gelê Kurd tune bike, divê hemû aliyên Kurdistanê bi berpirsyarî tev bigerin û bi rihekî berpirsyar li hemberî êrîşên Tirkiyeyê derkevin."

ANHA