Şahoz Hesen: Divê gelên Sûriyeyê li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin

Şahoz Hesen di civînekê de bi malbatên şehîdan re li navçeya Dirbêsiyê got divê gelên Sûriyeyê ji bo rizgarkirina hemû herêmên Sûriyeyê li ber xwe bidin û li hemberî êrîşên dewleta Tirk derkevin. Hesen da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kobanê û Girê Spî şikandina îradeya gel armanc dikin.

Şahoz Hesen: Divê gelên Sûriyeyê li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin
31 cotmeh, 2018   12:47

HESEKÊ

Bi armanca nirxandina geşedanên dawîn li qada Sûriyeyê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî Hesekê civînek ji malbatên şehîdan re li dar xist.

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê hate lidarxistin û bi dehan malbatên şehîdan beşdar bûn. Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen di civînê de axivî û behsa giştî geşedanên dawîn ên li qada Sûriyeyê kir. Hesen diyar kir ku PYD'ê li gorî rêgeza çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê tev digere û diyar kir ku diyalog û danûstandin rêbaza tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye.

Şahoz Hesen di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşîn artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê û got dewleta Tirk tu carî êrîşên xwe ranawestîne da ku îradeya gelên herêmê bişikîne û li dijî van êrîşan hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê pêwîst dît.

Hesen di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyeyê divê ji aliyê welatiyên Sûriyeyê ve û dûrî destwerdana hêzên derve pêk were û behsa hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê kir ku dawiya wê têkçûn e, ji ber ku ev hevpeyman li ser bingeha berjewendiyên wan in, ne li ser berjewendiya gelê Sûriyeyê hatiye avakirin.

Hesen da zanîn ku PYD bi israr têkoşîna xwe didomîne û li gorî xeta şehîdan tev digere û wiha anî ziman: "Em hemû endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan di heman demê de wek endamên PYD'ê dibînin û ji ber vê yekê divê partiyeke demokratîk û bi hêz damezirînin."

Di dawiya civînê de pirsên beşdaran ji aliyê Şahoz Hesen ve hatin bersivandin.

ANHA