Gelê Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê diherike qadan

Bi hezaran gelê Bakurê Sûriyeyê bi dirûşma "Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê serî hildin" û bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker li tevahiya Bakurê Sûriyeyê diherike qadan.

Gelê Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê diherike qadan
Gelê Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê diherike qadan
31 cotmeh, 2018   11:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Di demên dawîn de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê zêde bûn. Di vê çarçoveyê de bi hezaran gelê Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê dadikevin qadan.

Di van kêliyan de gelê bajarên Qamişlo, Girkê Legê, Dêrik, Tirbespiyê, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Serêkaniyê û Çilaxa diherikin qadan.

(bx)

ANHA