YPJ’ê 1’ê Mijdarê pîroz kir

YPJ’ê bi daxuyaniyekê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û destnîşan kir ku li hemberî çeteyên wekî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin meşandine ku li tevahiya cîhanê bûye sembola azadiyê û heta serkeftina şoreşa tevahiya Sûriyeyê dê vê têkoşîna xwe berdewam bikin.

YPJ’ê 1’ê Mijdarê pîroz kir
31 cotmeh, 2018   12:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de daxuyaniyeke nivîskî da. YPJ’ê di daxuyaniya xwe de 1’ê Mijdarê li tevahiya gelê Sûriyeyê û gelên cîhanê pîroz kir ku di pêvajoya berxwedana Kobanê de piştgiriyeke xurt nîşan dan. YPJ’ê diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û dûvikên wê bi biryardariyeke xurt bidomînin.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê wiha ye:

“Em 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, di serî de li mirovahiyê, gelên Rojhilata Navîn, gelê Bakurê Sûriyeyê û li tevahî kurdistaniyên ku bûn xeleka berxwedanê li dora Kobanê, pîroz dikin. Di serî de şehîdên enternasyonal yên di oxira rizgarkirina Kobanê de canê xwe feda kirin, em di şexsê şehîd Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanî, Îvana Hoffmann, Sîbel Bulut û Rifat Horoz de tevahî şehîdên Kobanê û şoreşa Bakurê Sûriyeyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.

Roja 1’ê Mijdarê ku hemû cîhan di şexsê Kobanê de gihaşt hev, mohra xwe li dîroka mirovahiyê da. Ji Hindistanê heya Japonya, Pakistan, Ekvador, Perû, Arjantîn heya Îtalya û Spanyayê hemû cîhanê bi gotina polîtîkayeke din mimkun e, ji êrîşên hovane yên DAIŞ’ê re got êdî bes e. Tevgerên demokrat û aştîxwaz bawer kir ku berxwedana Kobanê destpêkirina aştiya cîhanê ye, ji ber wê jî bi dirûşmeya “Ji bo aştiyê, Kobanê biparêze” herikîn qadan. Bi vî rengî Kobanê bi pêşengiya berxwedana jinan gerdûnî bû. Hemû mirovahiyê êrîşên hovane yên DAIŞ’ê wek metirsiyekê dît û xwedî li berxwedana birûmet a Kobanê derket.

Ev berxwedan, bi pêşengiya jinên Kurd dest pê kir, lê her ku çû bû berxwedana hemû jinên cîhanê û dirêjî tevahî mirovahiyê bû. Berxwedana şervanên YPJ’ê hemû cîhan hejand û hişt ku hemû cîhan li dora şoreşa Rojava bicive. Bi berxwedana Kobanê re şoreşa Rojava nasnemeya gerdûnî bi dest xist. Êdî şoreşa Bakurê Sûriyeyê bi vê nasnameyê bê rawestandin xwe ava kir û destkeftiyên gelek mezin afirandin. Bi sedan şervanên enternasyonal beşdarî nav refên YPJ û YPG’ê bûn. Di serî de li Kobanê û Efrînm, di hemû eniyên şer de cihê xwe girtin, lehengî û fedakariyeke mezin raber kirin û gihaştin asta şehadetê. Wan li ser navê parastina nirxên mirovahiyê, berê xwe da şoreşa Bakurê Sûriyeyê.

Va ye îro bi pêngava dawîn a Bagera Cizîrê re çeteyên DAIŞ’ê henaseya xwe ya dawîn hildidin. Êdî gav bi gav gemariya wan ji ser xaka Sûriyeyê paqij dibe. Helbet her gavek şahidî ji lehengî û fedakariyên mezin re dike û ev gav bi hêsanî ava nabin. Lê em dibînin ku di serî de Tirkiye, tevahî hêzên desthilatdar dîsa bi êrîşên xwe destekê didin van hêzên çete. Ji bo vê jî di bin navê aramiya Sûriyeyê de tifaqên qirêjî çêdikin û di her warî de alîkariyê didin DAIŞ’ê. Ev nîşan dide ku ev hêz dixwazin Rojava û Sûriyeyeke li gorî berjwendiyên xwe ava bikin û vîna gelê herêmê tune hesab dikin. Êrîşa dewleta Tirk a li ser gundewarên Kobanê mînaka vê ya herî berbiçav e. Lê li ruxmî ku raya giştî ji van êrîşan agahdar e, berteka pêwîst raber nake. Bêguman ev ji bo kesên azadîxwaz cihê lêpirsînê ye.  YPJ’ê roja îro bi heman biryardariyê têkoşîna li hemberî van êrîşan dimeşîne. Em bawer in ku dê hemû kesên azadîxwaz dîsa bi erka xwe ya demê rabin û piştgiriyê bidin tekoşîna YPJ û YPG’ê. Çawa ku li Kobanî mirovahî bê deng nema û bi serî hildana xwe ve bû xelekek ji vê berxwedanê, em bawer dikin ku wê di roja îro de jî ji bo parastina nirxên tevahî mirovahiyê li dora şoreşa Rojava û tevahî Sûriyeyê bicivin.

Wek hêzên YPJ’ê em ê bi vê bîr û baweriyê bi her awayî êrîşan pûç bikin, em ê bi hêza xwe û ya gelê xwe şoreşa Rojava û ya tevahî mirovahiyê mîsoger bikin. Bi vê idîa û biryardariyê em careke din tevahî şehîdên berxwedana Kobanê, şehîdên berxwedana serdemê û tevahî şehîdên Bakurê Sûriyeyê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe ya serkeftinê nû dikin.

Silav û rêzên şoreşgerî.”

ANHA