'Tirkiye têkşikandina projeya Rêveberiya Xweser armanc dike'

Siyasetmedarê Kurd Şêxmûs Mûsa diyar kir ku êrîşîn dewleta Tirk a dagirker têkşikandina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkşikandina projeya Rêveberiya Xweser armanc dike. Mûsa bang li hêzên Kurdistanî kir ku bi berpirsyarên xwe rabin û kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin û destkeftiyên gel biparêzin.

'Tirkiye têkşikandina projeya Rêveberiya Xweser armanc dike'
31 cotmeh, 2018   10:55

RAPERÎN TEHLO – KELSÛMA ELÎ / QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker dijberî û êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine. Girêdayî mijarê endamê Buroya Siyasî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Şêxmûs Mûsa di hevpeyvînekê de li ajansa me ANHA'yê, banga lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê kir.

Mûsa di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dijberiya tevgera kurdî li seranserî Kurdistanê dike û ji destpêka şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê ve hewl dide derbeyê li destkeftiyên gelên herêmê bide û komên çete li dijî gelên herêmê dide şerkirin.

Mûsa destnîşan kir ku dewleta Tirk alîkarê herî mezin ji terorê re ye û got ku rola wê di alîkariya bi çeteyên DAIŞ'ê û komên din ên çete re ku dagirkeriya Efrîn dikin, sereke ye û wiha anî ziman: "Armanca dewleta Tirk derxistina tevliheviyê û têkbirina aramî û ewlehiya li herêmê ye. Niha jî bi van êrîşên xwe hewl dide projeya Rêveberiya Demokratîk têk bibe û ji paşguhkirin û bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî van destdirêjiyên wê sûdê wergire."

Mûsa diyar kir ku gelên herêmê di şerê li dijî terorê de fedekariyeke mezin daye û wiha domand: "Me destkeftiyên mezin bi saya bi hezaran şehîdan bi dest xwe ve anîn. Me projeyeke mezin a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî û rêgeza jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de çespand û êdî herêma me aramî û ewlehiya hemû civakan û geşbûneke aborî pêk anî."

Mûsa got gefên Erdogan wan natirsînin û dê bi hemû hêz û derfetên xwe parastina xwe bikin û bi hêza îradeyê serkeftin dê para wan be.

Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefên Tirkiyeyê hişk bibersivînin

Mûsa bang li hemû hêzên siyasî û hemû partiyên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û li dijî van gefên Erdogan derkevin û wiha pê de çû: "Em baweriyê bi hêza gelê xwe tînin ku dikare parastina Sûriyeyê bike, bi taybet di vê qonaxa hestiyar a aloziya Sûriyeyê de ku derbasî sala xwe ya 8'emîn dibe."

Gefên Tirkiyeyê li dijî her çar parçeyên Kurdistanê ne

Mûsa her wiha da zanîn ku gefên Tirkiyeyê ne tenê li dijî parçeyekî Kurdistanê ne lê belê destkeftiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê armanc dike û helwesta dewleta Tirk a li hemberî raferanduma herêma başûrê Kurdistanê tîne bîra mirov.

Mûsa bang li hemû hêz û partiyên Kurdistanê kir ku ev gefên Tirkiyeyê cidî bibînin û li hemberî van gefan bi berpirsyarî tev bigerin û kongreya neteweyî ya Kurdistanê di demeke lezgîn de li dar bixin.

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Şêxmûs Mûsa di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên kurdî û navneteweyî kir ku piştgiriya wan bikin da ku rê li pêşiya van destdirêjiyên Erdogan bigirin da ku serpêhatiya li Efrînê dubare nebe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îradeya gelan tu carî nayê şikandin û ev yek bi civaka azad û hevgirtina hemû pêkhateyan pêk tê."

ANHA