Ji bo şehîd Bahoz û Bilind merasîma sersaxiyê

Şêniyên Qamişlo ji malbata şehîdê QSD`ê Bahoz Qamişlo û ji malbata şehîdê HPG`ê Bilind Çiya re sersaxî xwestin.  

Ji bo şehîd Bahoz û Bilind merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Bahoz û Bilind merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Bahoz û Bilind merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Bahoz û Bilind merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Bahoz û Bilind merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Bahoz û Bilind merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Bahoz û Bilind merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Bahoz û Bilind merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Bahoz û Bilind merasîma sersaxiyê
30 cotmeh, 2018   12:12

QAMIŞLO

Duh bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê QSD‘ê Mehmûd Mihemed(Bahoz Qamişlo) ku 26‘ê vê mehê di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de li bajarokê El-Sûsa şehîd bibû bi merasîmeke heybet oxir kirin. Her wiha di merasîmê de, şehadeta gerîlayê HPG’ê Brûsk Îbrahîm(Bilind Çiya) ku li Çelê ya girêdayî Bakurê Kurdistanê di 14`ê vê mehê şehîd bûbû, hate îlankirin.

Îro jî konê sersaxiyê yê her du şehîdan, li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hate vedan. Saet 11:00`an bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê bi tilîli û bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne  ey şehîd’ serdana kon kirin û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin.

Her wiha gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî, şervanên YPJ/YPG û endamên hêzên Ewlehiya Hundirîn jî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Li kon merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Piştre, li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirin Meryem Ebdullrehman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Şehadet vîna me xûrt dike. Ji bo jiyaneke azad gihiştin asta şehadetê. Bila dijminên dagirker zanibin ku em bi şahadetê serbilindin û em her dem ji bo parastina welatê xwe amade ne.”

Li ser navê YPG`ê Alan Qamişlo jî soza şopandina herdû şehîda nû kir û got:“Hemû dewletên dagirker li dijî hêza me di nav tevgerê de ne. Ji bo tinebûn û parçekirin welat û gelê me, hewldanên wan hene. Lê hêz û baweriya me armanca dagirkeran têk dibe. Her çar parçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiya avdan.”

Konê sersaxiyê wê du rojan vekirî be.

(mk)

ANHA