Jinên Dêrazorê jinûve xwe birêxistin dikin

Bi armanca pêşxistina jinan û naskirina wê ji kesayeta xwe re da ku bi rola xwe ya pêşeng di birêvebirin û avakirina civakê de rabe, Meclîsa Jin pêngava rêxistinkirina jinan li gundewarên rojavayê Dêrazorê da destpêkirin.

Jinên Dêrazorê jinûve xwe birêxistin dikin
30 cotmeh, 2018   11:42

DÊRAZOR

Meclisa Jin a gundewarê Dêrazorê pêngava rêxistinkirina jinan li herêmê da destpêkirin da ku jin rola xwe ya pêşeng di avakirina civakê de nas bikin û bi taybet piştî zulmkariya di salên borî de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê rastî wan hatiye.

Di pêngavê de, semînerên bîrdozî tê dayîn, der barê mijarê de Endama Rêveberiya Meclisa Jin Leyla Ebdullah got  ji destpêka vekirina meclisê ve wan pêngavên rêxistinkirina jinan li herêmên El-Cezre, Kesra û El-Hermûşiyê dane meşandin.

Leyla da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê îradeya jinan şikandibû û rola wan bi temamî hatibû paşguhkirin, ji bo wê Meclisa Jin hewl dide girîngiya pêşengtiya jinan di civakê de û rola wê di avakirina civakekî azad û exlaqî, şîrove bike.

Leyla di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Gelek projeyên me yên aborî hene ku dikaribin asta aborî ya jinan bilind bikin, di nava projeyan de dirûnkarî û zimhêra salê hene."

(jo)

ANHA