Pirsgirêka ava Qamişlo tê çareserkirin

Karîgeriya Avê ya bajarê Qamişlo amadekariyên xwe ji bo pêkanîna projeya navenda avê ya Hilêliyê temam kirin û ji bo ava vexwarinê li ser welatiyan qut nebe tedbîrên pêwîst wergirtin.

Pirsgirêka ava Qamişlo tê çareserkirin
Pirsgirêka ava Qamişlo tê çareserkirin
30 cotmeh, 2018   12:17

QAMIŞLO

Li ser gilî û daxwazên şêniyan û lêkolînên ku Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo pêk anîne da ku pirsgirêka peydakirina ava vexwarinê were çareserkirin, Karîgeriya Avê ya bajarê Qamişlo dê dest bi projeya navenda avê ya Hilêliyê bike. Di projeyê de giştî toreya boriyên avê dê bêne sererastkirin û navendên derxistina avê dê bi hevûdu ve bêne girêdan.

Li gorî Karîgeriya Avê rêjeya belavkirina avê dê dakeve %50 ji ber vê yek Karîgeriyê komîteyên bi hevkariya komîn û meclîsên herdu deverên Rojava û Rojhilat ên bajarê Qamişlo re ava kirin da ku ava vexwarinê ji şêniyan re peyda bikin.

Girêdayî mijarê Karîgeriya Avê ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê komîteya şaredarî û hawîrdorê ya kantona Qamişlo Mesûd Yûsif ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li bajarê Qamişlo di van salên borî de pirsgirêka peydakirina avê hebû û wiha got: "Bi armanca çareserkirina vê pirsgirêkê me pêkanîna projeyê daye destpêkirin."

Yûsif da zanîn ku wan buroyeke peywendiyê bi meclîs û komînan û beşê agirkujiyê re avakiriye û peywira wê ew e ku ava vexwarinê ji hemû şêniyan re bi rêya stêran peyda bike. Ev peywir jî ji Meclîsa herdu navçeyên Rojhilat û Rojavayê bajêr tê xwestin.

Yûsif got ava vexwarinê bi temamî li ser welatiyan nahê birrîn lê rêjeya belavkirina wê dê dakeve %50 û wiha domand: "Me hemû tedbîrên pêwîst wergirtine. Em hêvîdar in ku şênî jî tedbîrên xwe yên pêwîst werbigirin.”

Karîgeriya Avê ya bajarê Qamişlo û Komîteya Şaredarî û Parastina Hawîrdorê a kantona Qamişlo 25 stêr ji bo belavkirina avê erkdar kirine ku her stêrek ji wan 2000 lître av belav dike.

Endama Rêveberiya Karîgeriyê Ronak Oskan destnîşan kir ku wan kordîne bi rêxistina Heyva Sor a Kurd re jî kiriye da ku alîkariya wan di pêkanîna projeyê de bike.

Tê payîn ku proje di hefteyekê de temam bibe.

ANHA