‘Mirovê serkeftî, jiyana xwe bi xwe çêdike’

Mehmûd Bekir wênesaz û mamosteyê zimanê kurdî ye. Tevî astengdariya xwe jî, ji ber hezkirina xwe ya wênesaziyê berê xwe da Helebê û xewna xwe ya salan pêk anî.

‘Mirovê serkeftî, jiyana xwe bi xwe çêdike’
‘Mirovê serkeftî, jiyana xwe bi xwe çêdike’
‘Mirovê serkeftî, jiyana xwe bi xwe çêdike’
‘Mirovê serkeftî, jiyana xwe bi xwe çêdike’
‘Mirovê serkeftî, jiyana xwe bi xwe çêdike’
‘Mirovê serkeftî, jiyana xwe bi xwe çêdike’
28 cotmeh, 2018   10:32

CAFER CAFO-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Mehmûd Bekir yek ji şêniyên navçeya Meydankê ya girêdayî kantona Efrînê ye. Di sala 1974'an ji dayik dibe. Mehmûd di zarokatiya xwe de bi nexweşiya felcê dikeve û di encamê de her du lingên wî felc dibin.

Mehmûd di zarokatiya xwe de gelek zehmetî kişandine. Li gorî gotinên Mehmûd, dibistanên rêjîmê ji ber astengdariya wî, ew qebûl nekiriye. Her wiha malbata wî di vê aliyê de xemsar bûye. Di encamê de Bekir neçûye dibistanê.

Mehmûd Bekir ku ji xwendinê pir hez kiriye, ji birayê xwe yê mezin tîpên erebî û bingeha zimanê erebî fêr bûye. Bi vê rêbazê Bekir fêrî rêzimanê erebî bûye. Mehmûd 8 saliya xwe, israr kiriye ku biçe dibistanê. Malbat razî bûye û ew li dibistana navçeyê tomar kiriye. Mehmûd di her sê merheleyên destpêkê de her tim serkeftî bûye.

Wê deme jî têkiliyên birayê mezin ê Bekir bi partiyên Kurd re hebûye. Ji ber wê her tim pirtûkên bi zimanê kurdî bi xwe re anîne malê. Her çend xwesteka Mehmûd Bekir li ser fêrbûna zimanê dayikê hebûye jî, lê malbatê ev xwesteka wî red kiriye.

Hewla fêrbûna alfabeya kurdî

Mehmûd bi vê rewşê razî nebûye. Ji lew re bi dizî guhdarî birayê xwe kiriye û her tim bala wî li ser ziman bûye. Bi vî awayî fêrî alfabeya kurdî bûye. Heta ku Mehmûd Bekir di 10 saliya xwe de fêrî nivîsandina zimanê dayikê bûye.

Xalekî Mehmûd xwesteka wî di fêrbûna zimanê kurdî de dîtiye, ji ber wê her roj bang li wî kiriye û pirtûk danê. Mehmûd jî bi xwendina pirtûkan di kurdî de xwe bi pêş xistiye.

Hewesa wênesaziyê

Mehmûd di 5 saliya xwe de ji wênesaziyê (nîgarkêşî) hez kiriye û jê re bûye xewnek. Lê ji ber rewşa madî, nekariye amûrên wênesaziyê bi dest bixe. Ji ber wê pênûsên rengîn ên ku birayê wî çêkirine, ji nû ve tevî avê yan jî madeyek kîmyewî kirine û li ser herî û keviran wêne çêkirine.

Sala 1998'an, Mehmûd Bekir bi tena serê xwe çûye Helebê û li Peymangeha Hunerên Xweşik xwendiye. Mehmûd destnîşan dike ku di wê demê de rastî gelek astegiyên mezin hatiye. Di sala yekemîn de ji ber rewşa madî ya dijwar, Mehmûd di werşeyeke dirûtinê de xebitiye. Lê piştî demekê dev ji wî karî berdaye.

Her wiha bi armanca peydakirina kar, berê xwe daye saziyên rêjîmê, lê van saziyan jî ji ber astengdariyê ew red kirine. Mehmûd Bekir neçar dimîne ku bestekeê veke û pê debara xwe bike.

Mehmûd piştî 2 salan ji Peymangeha Hunerên Xweşik der çûye û vegeriyaye Meydankê. Di dirêjahiya xwendina xwe ya peymangehê de, Mehmûd Bekir xwe di warê zimanê kurdî de bi pêş xistiye.  

Ji bo zarokan dewreyên ziman vekirin

Mehmûd Bekir di sala 2006'an de bi awayekî ji rejîma Baas veşartî dewreyên zimanê kurdî ji zarokan re vekirine.

Mehmûd yek ji avakarên Saziya Zimanê Kurdî ya Efrînê ye. Her wiha roleke wî ya girîng di vekirina yekemîn dibistana zimanê kurdî li gundê Diruqliya de heye. Hejmara mamosteyên zimanê kurdî bi destpêkirina şoreşa Rojava li kantona Efrînê de 8 bûn. Mamosteyan ruxmî derfetên kêm jî dest bi xebatê xwe kirine.

Mehmûd Bekir jî berpirsê vekirina dewreyên zimanê kurdî li navçeyên Bilbilê, Raco û bajarê Efrînê bûye. Ji ber nebûna alavên veguhestinê Mehmûd di serê her hefteyê de ji mala xwe derketiye û heta dawiya hefteyê venegeriyaye malê. Têkildarî vê mijarê Mehmûd wiha got: "Mirovê serkeftî jiyana xwe bi xwe çêdike."

‘Bila ez şehîdê ziman bim çêtir e!’

Mehmûd Bekir motorsîklêtek ji 3 tekeran ji xwe re çêkiriye. Xebatên saziya ziman bi vê yekê berfireh bûne û veguheriye Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk. Mehmûd ji ber karê xwe ji aliyê kesên girêdayî rêjîma Baas ve hatiye tehdîtkirin. Têkildarî vê mijarê Mehmûd wiha got: "Min ji wan re digot, bila ez şehîdê ziman an jî şoreşê bim, ji pêkanîna tehdîdên we û terkkirina kar baştir e.”

Piştî ku şênî neçar man ji malên xwe derkevin, Mehmûd Bekir tevî şêniyan ji Efrînê derket. Xebatên mamosteyan bi armanca biserxistina şoreşa Rojava ji nû ve orgenîze kirin. Niha ew xebatên dibistanên gundê Til Şiîr ê navçeya Fafînê bi rêya motora xwe dişopîne.

(şx)

ANHA