Rêyên navçeya Qenaya ne baş in û alavên sererastkirinê tune ne

Gundiyên gundên navçeya Qenaya ya girêdayî kantona Kobanê ji ber nebaşiya rêyan bi hatina zivistanê re bi gilî û gazinc in. Ji aliyekî din ve kêmasiya alavên şaredariyê rê li ber sererastkirinê digire.

Rêyên navçeya Qenaya ne baş in û alavên sererastkirinê tune ne
Rêyên navçeya Qenaya ne baş in û alavên sererastkirinê tune ne
Rêyên navçeya Qenaya ne baş in û alavên sererastkirinê tune ne
Rêyên navçeya Qenaya ne baş in û alavên sererastkirinê tune ne
Rêyên navçeya Qenaya ne baş in û alavên sererastkirinê tune ne
Rêyên navçeya Qenaya ne baş in û alavên sererastkirinê tune ne
28 cotmeh, 2018   10:37

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Di encama baran û lehiyên zivistanê de herî û kort di rêyan de çêdibin. Her wiha di encamê de erebe zirarên mezin dibînin.

Hejmarek ji şêniyên gundên navçeya Qenaya ji ber ne başiya rêyan û nesererastkirina wan ji hêla şaredariyê ve bi gilî û gazinc in. Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Mihemed Ibrahîm ê ji şêniyên gundê Îlacax bang li li Şaredariya Gel a navçeyê kir ku rêya gund sererast bikin û wiha domand: "Ji çalên li ser rêya gund em zehmetiyan dikişînin. Di zivistanê de ev pirsgirêk zêde dibe."

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Xidir Hemze yê ji gundê Piling wiha got: "Hejmara zêde ya çalan, gelek ziraran bi erebeyan dike. Der barê mijarê de me gelek rapor ji şaredariyê re pêşkêş kirine. Lê heta niha şaredariyê tiştek nekiriye."

Her wiha şêniyê bi navê Ziyad Şikrî ji şaredariyê hêvî kir ku rêyan beriya barîna barana zêde sererast bike.

Têkildarî mijarê cîgirê hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Qenaya Ehmed Adîl diyar kir ku ew ji ber alavên kêm zehmetiyan di pêşkêşkirina xebatan de dikişînin û wiha domand: "Girêdayî vê mijarê me gelek rapor û gilî pêşwazî kirine."

Adîl teqez kir ku ew rewşa rêyên wan gundan dinirxînin û wiha got: "Li ser vê bingehê û ji bo bicihanîna daxwazên şêniyan me alavên xizmetguzariyê ji Şaredariya Gel a bajarê Kobanê xwestine."

(şx) 

ANHA