‘Çete ji devera bêçek der neketine’

Endamê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya herêma Efrînê Welîd Xobarî diyar kir ku Tirkiye xemsariyê di pêkanîna hevpeymana di navbera wê û Rûsyayê de dike û got heta niha gavek ber bi bêçekkirinê ve nehatiye avêtin û çete jî ji devera bêçek der neketine.

‘Çete ji devera bêçek der neketine’
28 cotmeh, 2018   10:15

TOLÎN HESEN / ŞEHBA

Endamê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya herêma Efrînê Welîd Xobarî di hevdîtinekê de bi ajansa me ANHA'yê re behsa geşdanên dawî li parêzgeha Idlibê kir.

Xobarî di destpêka axaftina xwe de behsa mijara Idlibê kir û got ku mijar zêde hatiye mezinkirin û wiha anî ziman: "Hemû tabûrên çete yên li Sûriyeyê li vê herêmê hatine komkirin û di nava wan de koma Cebhet El-Nusra."

Der barê hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ku li bajarê Soçiyê girêdayî parêzgeha Idlibê pêk hatiye, Xobarî got Tirkiye nikare bendên hevpeymanê pêk bîne û wiha diyar kir: "Tirkiye di vê mijarê de xemsariyû dike û muhleta bêçekkirin û derxistina tabûrên çete ji devera bêçek dirêj dike. Heta niha tu gav girêdayî vê mijarê nehatine avêtin."

Xobarî da zanîn ku daholên şer li Idlibê lê didin û dibêje ku di encamê de şer dê li Idlibê rû bide û wiha domand: "Bi nêrîna min çareseriya Idlibê leşkerî ye, eger dewletên destwerdana aloziya Sûriyeyê dikin li hev nekin."

Xobarî di berdewama axaftina xwe de got ku daholên şer li Idlibê  lê didin û di navbera Rûsya û Amerîkayê de jî girêdayî mijara çekên nukleerî dahol lêdidin. Dema ku çareseriyek nêzîk dibe Rûsya yan Amerîka mijarên nû derdixin û aloziyê yan şer dirêjtir dikin."

Girêdayî mijara Cebhet El-Nusra Xobarî wiha got: "Tirkiye di hevpeymanê de îdia kir ku dê Cebhet El-Nusra ya terorîst tune bike. Lê heta niha tu gav navêtine û berûvajî wê hêza El-Nusra li Idlibê xurttir bûye. Tirkiye di mijara Idlibê de xemsariyê dike da ku çareseriyekê ji bo parastina van terorîstan peyda bike. Rûsya jî heta niha diyar dike ku wê bi Tirkiyeyê re li hev kiriye û hin mijar di bin maseyê de hene û heta niha nehatine eşkerekirin."

Endamê Buroya Têkiliyên Dîplomasî ya herêma Efrînê Welîd Xobarî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû aliyên Sûriyeyê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û dûrî destwerdaneke derve aloziya Sûriyeyê çareser bikin.

ANHA