‘Pêşbîniyên Ocalan îro pêk tên‘

Dayika Salha Ehmê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye. Dayika Salha destnîşan kir ku nirxandinên Ocalan îro pêk tên û bang li rêxistinên mirovî û dewletên cîhanê kir ku tecrîdê bi dawî bikin.

‘Pêşbîniyên Ocalan îro pêk tên‘
28 cotmeh, 2018   08:32

EHMED EL-KIMYAN - MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Dayika Salha Ehmê (58) ji şêniyên navçeya Eyn Îsa ye. Dayika Salha destnîşan kir ku wan di wê hevdîtinê de gelek nîqaş kirine û hemû fikrên Ocalan îro pêk tên.

Dîtina Ocalan xewna dayika Salha bûye û ev xewn di sala 1991'an de pêk hatiye. Dayika Salha 5 rojan li gel Ocalan maye. Dayika Salha wiha axivî: "Nîqaşên ku di hevdîtinan de dihatin kirin, girêdayî azadiya jinan û têkoşîna wê ji bo rizgariya ji zîhniyeta baviksalariyê û gihaştina civakeke azad bi rêveberiya jinan bû."

Dayika Salha diyar kir ku Ocalan girîngî dida rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş û rakirina cudahiya ku pergalên kapîtalîzmê di navbera pêkhateyan de çandiye.

Di berdewama vegotina xwe de Saliha Ehmê wiha got: "Min ji rêber Ocalan xwest ku ez tev li nav refên tevgera azadiyê bibim. Lê ew daxwaza min red kir û ji min re got ku tu her 5 zarokên xwe xwedî bike û dûrî zîhniyeta desthilatdariyê bigire."

Salha wiha domand: "Bi destpêkirina şoreşa Rojava re 19'ê Tîrmeha 2012'an, her 5 zarokên min tev li şoreşa li dijî zilmê û tunekirina terorê bûn."

Di dawiyê de Salha Ehmê bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî û civaka navdewletî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin û tecrîda li ser Ocalan rakin û wî serbest berdin.

(şx)

ANHA