‘Berdewamkirina destûra kevin ji bo civaka Sûriyê wê karestê bixwe re bîne’

Îlham Ehmed diyar kir ku heke rêjîma Sûriyeyê di heman destûr û heman hişmendiyê de berdewam be dê civaka Sûriyeyê bi karesatekê re rû bi rû bimîne û hebûna dewleta Tirk li Idlibê tê wateya parçekirina beşeke ji xaka Sûriyeyê ye.

‘Berdewamkirina destûra kevin ji bo civaka Sûriyê wê karestê bixwe re bîne’
28 cotmeh, 2018   08:25

NEJBÎR OSMAN – AZAD SEFO / NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokaratîk (MSD) Îlham Ehemd, girêdayî mijara Idlibê ji ajansa me re axivî. Îlham Ehmed diyar kir ku dosyaya Idlibê girîng û hesas e û destnîşan kir ku gelek dewlet hêviyên xwe li ser vî bajarî ava dikin.

Îlham Ehemd bal kişand ku piraniya komên çekdar ên li Idlibê terorîst in û îşaret bi Cebhet El-Nusra û komên girêdayî wê kir, ên xwedî fikrên tundraw. Îlham Ehmed destnîşan kir ku rêjîma Sûriyeyê û Rûsya hewl da operasyonên leşkerî pêk bînin, lê biryarên navdewletî ev yek red kir.

Îlham Ehemed wiha dewam kir:"Rêjîma Sûriyeyê hêvî dike ku serweriya xwe li ser Idlibê û tevahî Sûriyeyê vegerîne. Heke rêjîma Sûriyeyê li gorî destûra berê û heman hişmendiya navendî tev bigere dê civaka Sûriyeyê bi karesateke mezin re rû bi rû bîmîne û dê xwîna bi hezaran sûriyeyiyan were rijandin."

Îlham Ehemd di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku mayîna dewleta Tirk li Idlibê tê wateya parçekirina beşeke ji xaka Sûriyeyê û wiha domand: "Divê yekitiya xaka Sûriyeyê were parastin, bêyî ku Tirkiye û komên wê li Sûriyeyê bimînin, di heman demê de divê sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê were avakirin."

‘Idlib Sûriyeya biçûk e’

Têkildarî komên çete yên li Sûriyeyê Îlham Ehmed anî ziman ku komên çete karesateke mezin li ser gelê Sûriyeyê ne, bi taybet li hemberî jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di salên dawîn de, me dît ku ev komên çete ji bo gelê Sûriyeyê karesatek in, di serî de li hemberî jinan. Îro jî em van kiryarên nemirovî yên li Idlib, Efrîn, Cerablus, Bab û Ezazê dibînin. Idlib Sûriyeya biçûk e, ji ber ku bi sed hezaran xelkê Sûriyeyê lê hatine bicihkirin. Xelkên li wir ji ber rêjîma desthilatdar a li wir bi azar in, divê dosyaya Idlibê bi rengekî zelal û plankirî were çareserkirin. Heke bi lihevkirinên navdewletî an jî di navbera gelê Sûriyeyê de  ya girîng dosyaya Idlibê bi zelalî were çareserkirin."

Îlham Ehemd destnîşan kir ku avakirina meclisekê ji şêniyên resen ên Idlibê re mijareke girîng e û wiha dewam kir:"Me bi bîr xist ku hebûna komên li wir karesatekê çêdike, lewre divê bi hemû şêwazan, sekinandina li hemerî van koman bi rêbazên ku xizmeta gelê Sûriyeyê nake jî karesatek e, li ser vê yekê divê meclisek ji şêniyên Idlibê were avakirin da ku ew bi xwe, bi rengekî demokratîk xwe bi rê ve bibin. Em dikarin bibêjin ku çarenûsa Idlibê ji bo hemû gelê Sûriyeyê girîng e, divê hemû gelê Sûriyeyê biryara çarenûsa vê parêzgehê bide."

Îlham Ehmed her wiha anî ziman ku dewleta Tirk car caran ajanên xwe yên li Idlibê derdixe xwepêşandanan û got ew kesên derdikevin xwepêşandanan nûnertiya rasteqîn a gelê Idlibê nakin, ji ber ku girêdayî dewleta Tirk in.

‘Li Idlibê operasyon dê pêk werin’

Têkildarî tifaqên Rûsya û Tirkiyeyê yên der barê Idlibê de Îlham Ehmed anî ziman ku heger car caran diyalog an tifaq di navbera rêjîm û komên girêdayî Tirkiyeyê de derketin ev yek nayê wateya bidawîbûna tifaqê û wiha domand: "Teqez e ku dê her du alî tazîmatan bide da ku tifaqî bi serkeftî bidin xuyakirin. Muhleta ku dabûn dewleta Tirk da ku komên çete derxe, bi dawî bû, dîsa muhlet dirêj kirin, lê kom ji herêma bêçek nehatin derxistin. Li gorî nêrîna min rêjîma Sûriyeyê û Rûsya dê operasyonên leşkerî li Idlibê pêk bînin. Idlib beşeke ji xaka Sûriyeyê ye, aramiya wê tevahî gelê Sûriyeyê eleqedar dike."

Îlham Ehemed di dawiya axaftina xwe de, bal kişand ser gefxwarinên Rûsya û rêjîma Sûriyeyê yên li dijî herêmên rojhilatê Firatê û ev tişt anî ziman: "Gefên rêjîma Sûriyeyê û Rûsyayê ku dibêjin ew ê piştî Idlibê berê xwe bidin rojhilatê Firatê, xizmeta diyalogên Sûrî-Sûrî nake, ev yek dê aramiya tevahî Sûriyeyê ber bi talûkeyê ve bibe. Dîsa jî em teqezî li ser çareseriya aştî û danûstandinên navxweyî dikin."

ANHA