Êzidiyên Efrînê: Kes nikare vîna me bişkîne

Şêniyên Êzidî yên Efrînê teqez kir ku piştî rizgarkirina Efrînê wê vegerin malên xwe û destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker wê nikaribe vîna wan bişikîne û berxwedana wan berdewam e.

Êzidiyên Efrînê: Kes nikare vîna me bişkîne
28 cotmeh, 2018   08:38

ARIF SILÊMAN - CAFER CAFO / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê ji zêdetirî 7 mehan ve di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de li ber xwe didin. Şênî di demsala havînê di rewşên zehmet de li kamp û malên wêrankirî man. Niha teqez dikin ku wê zehmetiyên zivistanê jî derbas bikin û wê vegerin Efrînê.

Şêniyên Êzidî li gel ajansa me axivîn û teqez kirin ku piştî ku dagirker ji Efrînê bên derxistin wê vegerin cih û warên xwe.

Şêniyê bi navê Esad Marko got armanca êrîşên dagirkeran têkbirina jiyana hevbeş bû, lê ew niha dîsa li Şehbayê bi awayekî hevpar dijîn û wiha dewam kir:"Hejmareke mezin ji hêzên cîhanê tev li êrîşên li dijî Efrînê bûn. Lê çi dibe bila bibe wê nikaribin vîna me bişikînin."

Marko wiha berdewam kir: "Bi balafiran malên me topbaran kirin û wêran kirin. Ji ber vê hovîtiyê em neçar man ji Efrînê derkevin û me berê xwe da kantona Şehbayê. Lê em li vir li ber xwe didin û em ê vegerin Efrînê."

‘Mirovahî li ku derê ye?’

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Elî Îso destnîşan kir ku ew alîkariya kesekî naxwazin û wiha axivî: "Heta em vegerin Efrînê, em ê li hemberî hemû astengiyan li ber xwe bidin. Li Efrînê binpêkirin her ku diçin zêde dibin. Bi taybet der heqê Êzidiyan de ev êşkence hîn zêdetir e. Dagirker ola îslamê li wan ferz dikin, êşkenceyê lê dikin û ji bo girtina fidyeyan wan direvînin. Her wiha darên zeytûnê hilkirin, gelo mirovahî li ku derê ye?"

‘Em ê rojekê vegerin Efrînê’

Têkildarî heman mijarê jina bi navê Izdîhar Reşo diyar kir ku ew li kantona Şehbayê gelek zehmetiyan dikişînin lê çi bibe bila bibe, wê bandoreke neyînî li ser wan neke û wiha dewam kir:"Li hemberî hemû êrîş û astengiyan jî berxwedana me berdewam e û em ê rojekê vegerin Efrînê."

(şx)

ANHA