Pûtîn û Macron jî beriya civîna Stenbolê bi telefonê axivîn

Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron beriya civîna çar alîya li Stenbolê bi telefonê bi hev re axivîn.

Pûtîn û Macron jî beriya civîna Stenbolê bi telefonê axivîn
27 cotmeh, 2018   11:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Înterfaxê berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov got Pûtîn û Macron bi telefonê bi hev re axivîn. Li gorî ajansa nûçeyan a Rîa herdu rêveberan ji bo hevdîtinekî di navbera Rûsya û Amerîkayê de li Parîsê gotubej kirine. Tê payîn ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp û Pûtîn 11’ê Mijdarî beşdarî merasîma 100’emîn salvegera bidawîbûna Şerê Cîhanê yê 2’emîn.

Rêveberên Rûsya, Fransa, Elmanya û Tirkiyeyê wê îro li Stenbolê bi mijara Sûriyeyê li hev bicivin. Tê diyarkirin ku maddeya bingehîn a gotûbêjê wê Idlib be.

Her wiha wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu bi hevpîşeyê xwe yê Rûsyayê Sergî Lavrov re beriya lûtkeya çaralî ku dê îro li Stenbolê were lidarxistin civiya û berjewendiyên her du welatan di Sûriyeyê de gotûbêj kirin.

Beriya civînê 26’ê Cotmehê Macron û Trûmp bi telefonê bi hev re axivîbûn. Qesra Elysee daxuyaniyek nivîskî weşandibû û wiha hatibû gotin; “DYA û Fransa li Sûriyeyê di mijara ewlehî, mirovî û siyasî de heman armancan parve dikin û DYA ji bo Serokkomarê Fransa daxwaz kiribû ku vê helwesta xwe di civîna Stenbolê de jî nîşan bide.”