Civînên amadekariya kongreya jinên di Dada Civakî de dewam dikin

Li Dirbêsiyê Meclisa Jinan a Dadgeha Civakî ji bo amadekariya kongreya xwe li ser asta Bakurê Sûriyê civînek ji endamên rêveberî û saziyan re li dar xist.

Civînên amadekariya kongreya jinên di Dada Civakî de dewam dikin
Civînên amadekariya kongreya jinên di Dada Civakî de dewam dikin
Civînên amadekariya kongreya jinên di Dada Civakî de dewam dikin
Civînên amadekariya kongreya jinên di Dada Civakî de dewam dikin
27 cotmeh, 2018   11:59

HESEKÊ

Meclisa Jinan a Dada Civakî, ji bo kongreya xwe ya yekemîn ku tê payîn di meha bê de li ser asta Bakurê Sûriyê  were lidarxistin, xwe amade dike.

Ji hêla meclisê ve civînek li navenda Dadgeha Gel li navçeya Dirbêsiyê hate lidarxistin. Civîn bi armanca guhdarkirina nêrîn û pêşniyarên jinan ji bo kongreyê pêk hat.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama rêveberiya Meclisa Dada Jinan li navçeyê Welaa El-Elî axivî û da zanîn ku armanca civînê ji bo amadekirina kongreya meclisa jinan di dada civakî de ye. Di dawiya civînê de beşdaran pêşniyarên xwe diyar kirin.

(jo)

ANHA