Leyla Mistefa: Rastî û îradeya azad bi ser ket

Hevsroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa di şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de destnîşan kir ku di ser rizgarbûna bajêr re salek debas bû û rastî û îradeya azad bi ser ket.

Leyla Mistefa: Rastî û îradeya azad bi ser ket
27 cotmeh, 2018   11:35

REQA

Şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqeyê ji çeteyên DAIŞ`ê, bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve dest pê kir.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa di şahiyê de li ser têkoşîn û berxwedana şervan û şehîdan ku ji bo rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê canê xwe feda kirin û ev tişt anî ziman: "Malbatên şehîdan, şervanên QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şandeyên ji Rêveberiya Xweser, gelê herêmên Cizîr, Firat, Efrîna birîndar, Minbic, Tebqa û Dêrazorê, nûnerên jin û ciwanan, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civaka sivîl û hevalên ku tev li şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajêr bûne, tu gotin tune ne ku kêfxweşiya me bi vê rojê bîne ziman. Ji ber ku bajarê me di rewşên herî zehmet re derbas bû."

Leyla di axaftina xwe de got serkeftin û kêfxweşiya Reqayê ji her kesî re serkeftin e û kêfxweşî ye û spasiya hemû kesan kir ku di rizgarkirina Reqayê de bûn alîkar û destek dan wan ku ji nû ve bajarê wan were avakirin. 

Leyla destnîşan kir ku di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de berxwedaneke bêhempa hate kirin û hate îsbatkirin ku îradeya jiyanê ji her tiştî mezintir e û wiha pê de çû: "Me dest bi pêngaveke nû kir, pêngava jinûveavakirinê. Tevî ku hemû kesên ku baweriya wan bi rizgarkirina bajêr tune bû, li gorî berjewendiyên xwe tev geriyan û xwestin aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin lê bi saya têkoşîn, berxwedan û lehengiya şervanên QSD`ê, şoreşgerên navneteweyî û hêzên koalîsyonê ku dest didan hemleya rizgarkirina bajar, bajar hate rizgarkirin.   

Leyla got, ew îro şahiya salvegera yekemîn a rizgarikirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê li dar dixin, gelek serkeftin çêbûn û rastî û îradeya jiyana azad bi ser ket.

Leyla di axaftina xwe de soz da hemû gelê Reqayê ku dê pêşerojeke xweş û geş ji wan re peyda bikin bêyî ku armancên xwe yên sereke di avakirina bajar de ji bîr bikin. Leyla destnîşan kir ku ew tu carî gavan bi paş de naavêjin, her tim dê armancên xwe pêk bînin û dê ji bo jinûveavakirina bajêr û peydakirina xizmetguzariyan diyar bin.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Demokratîk Leyla Mistefa di dawiya axaftina xwe de got bi hev re dê ber bi pêşerojeke ronî û ewle ve biçin û tekez kir ku ew bi israr in ku Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nemerkezî ava bikin.

(bx)

ANHA