Dîplomatên rojavayî ji Rûsyayê dixwazin zextê li rêjîmê bike

Dîplomatên girêdayî Neteweyên Yekbûyî û dewletên rojavayî ji Rûsyayê xwest zextê li rêjîma Sûriyeyê bike da ku dijberiya rola Neteweyên Yekbûyî di avakirina komîteya destûrî de neke.

Dîplomatên rojavayî ji Rûsyayê dixwazin zextê li rêjîmê bike
27 cotmeh, 2018   10:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Dîplomatên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) û dewletên rojavayî ji Rûsyayê xwest zextê li rêjîma Sûriyeyê bike da ku dijberiya rola Neteweyên Yekbûyî di avakirina komîteya destûrî de neke. Şandeyê NY’yê yê taybet ji bo Sûriyeyê Staffan De Mistura di 26'ê cotmehê de ji Konseya Ewlehî re got ku NY rastî "dijberiyeke metirsîdar" tê, nemaze ji ber ku rêjîm tu roleke NY’yê di avakirina komîteya destûrî de naxwaze.

Sefîrê rêjîma Sûriyeyê yê NY’yê Beşar El-Caferî got ku rola NY’yê roleke rêvekirinê ye da ku diyaloga di navbera aliyên Sûriyeyê de hêsan bike û israr kir ku divê endamên komîteya destûrî tenê ji aliyê komên opozîsyona Sûriyeyê û rêjîmê bi hevkariya Îran û Rûsyayê bêne pejirandin.

De Mistura lîsteyeke ji 50 endaman ji bo komîteya destûrî li gorî perspektîfên konferansa "Aştiya Sûriyeyê" ku li Rûsyayê hatibû lidarxistin, amade kir.

Rêjîma Sûriyeyê jî bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi lîsteya NY’yê razî nebû. De Mistûra got ku dê rayedarên Rûsya, Fransa, Almanya û Tirkiyeyê agahdar bike ku tê payîn îro li Stenbolê bicivin.

Tevî ku Washington beşdarî civîna Stenbolê nabe, lê cîgirê sefîrê Amerîkayê Connathin Kohin got ku dê piştgiriya xebatên NY’yê bike da ku komîteya destûrî were avakirin. Her wiha got ku astengiyên Sûriyeyê di avakirina komîteyê de nayên qebûlkirin.

Sefîrê Fransayê yê Netewên Yekbûyî Franswa Dîlatrî got ku niha Sûriye di çerxerêyekê de ye û dibe ku ber bi çalakiyeke leşkerî ya li dijî Idlibê ve biçe yan jî ber bi xebateke siyasî ya mezin ve biçe û lihevkirinek der barê komîteya destûrî de pêk were. Her wiha got ku rola Rûsyayê di diyarkirina vê encamê de sereke ye.

Sefîrê Rûsyayê yê NY’yê Vasîlî Nîbînziya bang li rayedarên rojavayî kir ku xwedî helwesteke aram bin û got ku sedemeke avakirina sozeke dawîn a ji bo avakirina komîteya destûrî tune ye. Her wiha got ku ne pêkan e ew li dijî îradeya Sûriyeyê derkevin û wiha diyar kir: "Em ê alîkariya De Mistura bikin da ku komîteya destûrî were avakirin û divê ev destûr rêzdariyê ji serweriya Sûriyeyê re bigire."