Li Reqayê çîrokên ku nayên jibîrkirin!

Kabûsên çeteyên DAIŞ‘ê û binpêkirinên wan ên li dijî şêniyên Reqayê di bîra şêniyan de mayînde bûne. Dayika Mûnîra El-Rehal yek ji wan kesan e ku rastî kiryarên DAIŞ’ê yên hovane hatiye.

Li Reqayê çîrokên ku nayên jibîrkirin!
Li Reqayê çîrokên ku nayên jibîrkirin!
27 cotmeh, 2018   09:40

IMAR EL-XELEF / REQA

Çeteyên DAIŞ'ê dema ku bajarê Reqayê dagir kir, tirs di dilê şêniyan de çand, kiryarên wekî serjêkirin û şewitandin li pêş çavên şêniyan pêk dianîn. Çeteyan qurbanî li Çerxerêya El-Neîm çend rojan dihiştin da ku bibin mînak ji bo kesên ku fermanên wan binpê dikin.

Mûnîra El-Rehal ku bi navê Um Xalid tê nasîn, li taxa El-Qenîne dimîne ku li çerxerêya El-Xidrê li navenda bajarê Reqayê ye. Kurê wê û xwişka wê li ser destê çeteyan hatin kuştin.

Gelek caran binçav kirin û qisas lê anîn

Jenetoreke kurê wê Xalid hebû û elektrîk li ser şêniyan belav dikir. Her tim bi birayê xwe re ku di nava QSD'ê de bû diaxivî û çeteyan gelek caran Xalid binçav kirin.

Cara dawîn çeteyan bihîstibû ku birayê Xalid şervanê QSD’ê ye û her tim pê re diaxivî. Xalid ji birayê xwe re digot ku dê tev li QSD’ê bibe û beşdarî hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê bibe. Çeteyan Xalid girt û hikmê ‘qisas’ lê anîn. Piştî mehekê ji girtina Xalid, ew li çerxerêya li navenda bajêr kuştin.

Xwişka wê jî bû qurbaniya DAIŞ'ê

Piştî ku Xalid jiyana xwe ji dest da, xaltîka wî Wîsal ji Girê Spî hat ku sersaxiyê ji xwişka xwe re bixwaze. Çeteyan bihîst ku Wîsal ku bi temenê xwe 35 salî ye, hatiye. Wîsal girtin û hikmê ku bi QSD'ê re dikeve têkiliyan, ceza kirin.

Hikumê qisas li kolana 23 li Reqayê pêk hat. Niha kurê Wîsal li cem xwişka wê Mûnîre ye, piştî ku bavê wî di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû.

Mûnîra El-Rehal wiha axivî: "Çeteyên DAIŞ'ê bi kiryarên xwe yên neexlaqî, tirs di dilê şêniyan de çand."

Mûnîra destnîşan kir ku ji ber fikrên tund ku DAIŞ'ê der heqê şêniyan de bi kar dianîn, wê kur û xwişka xwe winda kir û wiha got: "Piştî rizgarkirina bajêr ji aliyê QSD'ê ve ji nû ve em dijîn, ji ber ku DAIŞ’ê jiyan li me kiribû dojeh."

(jo)

ANHA